Ji xizmên windayan banga 'Komîsyona Heqîqetê'

  • rojane
  • 14:38 24 Gulan 2025
  • |
 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan ku li Amed, Êlih û Colemêrge têkoşîna xwe ya edaletê didomînin gotin, "Ji bo pêvajoya aştiyê pêk bê em daxwaz dikin ku Komîsyona Heqîqetê bê avakirin û malbat tevlî vê pêvajoyê bibin." 
 
Çalakiya ku xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşmeya "Bila Winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li Amed, Êlih û Colemêrgê hate lidarxistin.
 
AMED 
 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 850'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parkakoşûyolû ya Amedê pêk hat. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD, Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li bûn. Beşdaran wêneyên windayan hildan û her wiha wêneyên windayan li erdê hatin raxistin. Di hefteya 850'emîn de hat xwestin ku kujerên Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan yê ku di 24'ê Gulana 1994'an de hatibûn windakirin werin darizandin.
 
Sekterê ÎHDa Amedê Omer Saman ewilî axivî û diyar kir ku çalakiyan windayan li gelek bajaran ji bo dîtina windayan û darizandina faîlan berdewam dike. Omer Saman da zanîn ku îro di pêvajoyek girîng de derbas dibin û got: “Aştî ji bo siberojê tiştek girîng e. Em dixwazin li Meclisê komîsyona heqîqetê were avakirin.”
 
Kurê Selîm Orhan Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan axivî. Adnan Orhan da zanîn ku Mirovên Şemiyê bi salane ji bo xizmên xwe têdikoşin û wiha axivî: “Bavê min Selîm Orhan, Mamê min û kurapê min hatin windakirin. Piştî çend salan li nêzî gunde me gorek komî hat dîtin. Malbatên din jî serlêdan kirin. Me jî serlêdan kir. Û eşkere bû ku bavê min Selîm û apê min û kurapê min in. Lê hestiyên wan revandin û di gorek bêkasan de veşartin. Divê komîsyona heqîqetê were avakirin û ji malbatên kesên hatine windakirin lêborîn were xwestin. Pîrika min berî ku jiyana xwe dest bide gotina wê ya dawiyê ev bû; ‘Ez hêvîdarim ku du kurê min û neviyê min vegerin malê’.”
 
Endama Komîsyona Windayan ya ÎHD'a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina her sê ferdên malbata Orhan xwend. Ji bo Selîm, Hasan, Cezayîr Orhan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
 
Li Êlihê parêzvanên mafan û xizmên windayan, di hefteya 686’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan hatin ba hev. Di çalakiyê de aqûbeta Zekî Dîrîl (16) û xizmê wî îlyas Dîrîl (12) hate pirsîn ku 2’yê Gulana 1994’an dema diçûn Şirnexê di nuqteya leşkeri de hatin binçavkirin, piştre birin Qereqola Jendermeyan û piştre êdî agahî ji wan nehat girtin.
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Rumeysa Denîz Kaya çîroka Dîrîlan xwend.
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
 
ÎHD û xizmên windayan li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya xwe ya 176’emîn lidar xistin. Çalakî li Kolana Sanat hate kirin. Di çalakiyê de kujerên Namik Erdogan hatin pirsîn ku 9’ê Gulana 1994’an ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate binçavkirin û piştre hate qetilkirin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê re bi dawî bû.
 

Sernavên din

16:51 Xwegihandina X hat astengkirin
16:51 Li 3 bajaran çalakî: Bila Kurdî bibe fermî û zimanê perwerdeyê
16:23 Di sala 1994 'an de hat girtin û piştî 31 salan hat berdan
16:18 Ji bo 3 girtiyan hişyarî: Nikarin li girtîgehê jiyana xwe bidomînin
15:44 Erdogan û Şera li Enqereyê civiyan
15:36 Piştî 30 salan hat berdan
15:12 Tulay Hatîmogullari di Enternasyonala Sosyalîst de peyama Ocalan parve kir
14:45 Mexdûrên KHK'ê 133 hefte ne çalakî li dar dixin
14:38 Ji xizmên windayan banga 'Komîsyona Heqîqetê'
14:17 Kongreya KNK'ê destpê kir: Yekitiya Neteweyî peywireke lezgîn e
14:01 Ji bo Orhanên ku 31 sal berê di bin çavan de hatin qetilkirin daxwaza edaletê hat kirin
13:43 Katia Zagoritou: Divê rêxistineke hevpar a Kurdan bê avakirin
13:06 Li Parîsê konsera Koma Ma’yê
12:11 Piştî gefên nîjadperest otelê rezervasyona Vansporê betal kir
11:54 Li Atînayê Konferansa Pirsgirêka Kurd û Pêşketinên li Rojhilata Navîn
11:40 Li Dersîmê greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê’
11:39 Hinceta dadgehê: Cihê her kes dikevê û der tê de nabe!
11:05 Bakirhan: Em ê tifaqên aştiyê mezin bikin HATE NÛKIRIN
10:33 Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ'ê
10:31 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 DYA: Cezayên li ser Sûriyeyê hate rakirin
09:22 Jean-Pierre Restellini: Dixwazim di şert û mercên azad de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînim
09:20 Sonmez: Pêwîstî bi koalisyona demokrasiyê heye
09:07 Eren Baskin: Ger aştiyeke bi rûmet pêk were amade me kujerên bavê xwe efû bikim
09:06 Kurê Taybet Înan: Yên berdêl nadin mafê wan nîne ku bêjin 'em aştiyê naxwazin'
09:01 'Tirkiye mecbûr e ku biryarên DMME’yê bi cih bîne'
09:01 ROJEVA 24'Ê GULANA 2025'AN
23/05/2025
16:43 Li Şirnexê banga ‘girtiyên nexweş berdin’ hate kirin
16:42 KATDER'ê kongreya xwe pêk anî
16:34 DEM Partî bi Partiya Gelecekê re civiya
16:25 Ji DEM Partiyê banga ‘Mutebeqeta civakî’
15:45 Ji bo 47 girtiyên ku têlên qawîşê rakirin rêzeceza
15:25 Ji bo girtina girtîgehên tîpên S û Y pêşniyarname
15:12 Der barê rojnamegera ku qetilkirina hempîşeyên xwe şermezar kir de lêpirsîn vekirin
14:11 Li Amedê ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ dest pê kir
14:06 Barcelonayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya ‘Lîga Hêviyê’ da destpêkirin
13:13 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak: Divê ‘mafê hêviyê’ were cîbicîkirin
13:10 Ayşegul Dogan: Divê serokê meclîsê ji bo avakirina komîsyonê berpirsyarî bigire
12:15 Rapora têkildarî 20 girtîgehan: Her du 2 girtî di nav heman cihî de radizên
11:52 Dîroknas Ûlûgana: Çareserî ne rakirina Lozanê ye, çêkirina destûra bingehîn a demokratîk e
11:32 Çelenk: Di pêvajoya nû de hewcehî bi STO’yên muhafezeker ên serbixwe heye
10:48 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:44 Walîtiyê zozan li ajalvanan qedexe kir
10:24 Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê betalkirin û rêveberiyên herêmî bên xurtkirin
10:23 Malpera înternetê ya belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate vekirin
10:21 Menzione: Divê Ocalan bikare guherîna daye destpêkirin li derve birêve bibe
10:18 Ji ber 'pirtûkê' doz li xwediyê weşanxaneyê û xebatkarê wê vekirin
09:45 Hevalê Altûn ê girtîgehê: Di tu mercan de tawîz ne dida
09:30 Malbatên di şer de zarokên xwe winda kirine: Em azadî û aştiyê dixwazin
09:05 Bi hinceta ‘kêmasiyên teknîkî’ mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyan tê astengkirin
09:05 Bi hinceta ‘midûr guncav nedîtiye’ cih nedan lîstika şanoya Kurdî!
09:03 Wêneyên peykê yên texrîbata li Gabarê
09:01 Cîgirê DGD’ê Taş: Em ji Ocalan bawer in, em ji bo tevkariyê amade ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2025'AN
08:36 Li dijî ÎBB'ê pêla 4’emîn a operasyonê: 49 kes hatin binçavkirin
22/05/2025
16:39 Li Colemêrgê ji bo ziman daxuyanî: Li her qadên jiyanê em ê têbikoşin
15:38 ‘Tecrîdê rakin, girtiyên nexweş berd in’
15:16 Wezareta Parastinê: Dê êrişên me bidomin
14:30 Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:24 Erdogan têkildarî destûra bingehîn axivî: Derdekî min ê weke jinûve hilbijartinê nîne
13:10 Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
13:09 Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
13:09 Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
11:37 Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
11:12 Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
10:32 Bakirhan: Yên xwe neguherînin dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin
10:12 ‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
09:59 Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
09:35 Dadgehê qedexeya walîtiyê ya li ser bîranîna Şêx Seîd betal kir
09:05 Welatiyên Amedê: Bangî Ocalan dikin ku were Meclisê, wê demê çima bernadin?
09:03 Dayika Cemîle Çagirgayê: Kurdan tişta diket ser milê xwe kirin
09:01 Besta tê tunekirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN
08:55 Di Behra Egeyê de bi pileya 6.0’ê erdhej çêbû
21/05/2025
16:50 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Tekîk
15:27 Yuksel Koç hate girtin
14:57 Li Wanê wesayîta zirxî li motorsîkletê xist: 2 kes birîndar bûn
14:50 Hevserok çûn serdana şîna Saglam
14:35 Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
13:56 Fatma Ozbay: Bi sedyeyê ve hatim kelemçekirin û wisa birin emeliyetxaneyê
13:22 Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin
12:27 Lêpirsîn li rojnamegerên hempîşeyên xwe bi bîr anîn hate vekirin
12:22 Dozgerî xwest biryara beraetê ya rojnameger Dîren Yurtsever bê betalkirin
12:21 Pêşnûmeya ‘Bila Komîsyona Heqîqet û Edaletê bê avakirin’ da Meclisê
12:09 Ji ber propagandaya rêxistina bênav hatin girtin
11:47 Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
11:38 Parêzera OHD’î hate binçavkirin
11:30 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
11:21 Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
11:08 Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
10:37 Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
10:19 Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
10:07 Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
09:53 Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
09:42 Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
09:39 Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin
09:20 DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
09:03 Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê
09:01 Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
09:00 ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN