Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin

  • rojane
  • 09:33 8 Mijdar 2024
  • |
img
RIHA - Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, diyar kirin ku heta qeyûman dişînin dê têbikoşin û banga mezinkirina berxwedanê kirin. 
 
Berxwedana xelkê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 5’emîn de didome. Welatiyên her roj tên pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm didin û xwedî li îradeya xwe derdikevin. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan têkildarî tayînkirina qeyûm û berxwedana gel axivîn. 
 
Karayilan, got ku AKP’ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji derve 4 hezar û 800 deng aniye û ev tişt anî ziman: “Zîhniyeta qeyûm, derfetên dewletê bi kar anî û xwest bi rêya tundî, zext, rantxwirî û dizîkeriyê qedera hilbijartinê biguherîne. Di roja hilbijartinê 70-80 mafya jî anî û mudaxileyî sindoqan kirin. Namzetê AKP’ê tam weke serçeteyekî tevgeriya. Lê tevî her tiştî jî gel rê neda wan.” 
 
‘QEYÛM HEVSEROKATÎ HEDEF GIRT’
 
Karayilan, diyar kir ku di nava 7 mehan de wan xizmet ji gel re kir û wiha domand: “Me deriyê şaredariyê li her kesî vekir. Gelê me piştî 8 salan cara ewil kete şaredariyan û ji keyfa digiriyan. Me şaredarî bi deynekî mezin dewr girt. Tevî kêm derfetan jî me piraniya wan deynan da. Di mijara xizmetê de em wekî hev nêzî her kesî bûn. Ev jî encama feraseta me ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk e. Me şaredarî bi hemû gelan re birêve bir. Qeyûm ev û hevserokatî hedef girt.”
 
‘XELFETÎ BAJARÊ BIRÊZ OCALAN E’
 
Di berdewamê de Karayilan bi bîr xist ku Xelfetî bajarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Jixwe sedema sereke ya hedefgirtina Xelfetiyê jî ev bû. Em vê weke helwestekî li dijî birêz Abdullah Ocalan dibînin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Hemû hewldanên birêz Ocalan ji bo pêkvejiyana gelên Tirkiyeyê, pêşxistina nirxên hevpar û çanda demokrasiyê ye. Dixwaze li erdnîgariya me aştî û demokrasî çêbibe.” 
 
LI DIJÎ YEKPERESTIYÊ JIYANEKE PIRANÎPARÊZ
 
Bi domdarî Karayilan ev tişt anî ziman: “Qeyûm, bingeha xwe ji tecrîdê digire. Me bang li partî û derdorên cuda yên Tirkiyeyê kir û got ku dê sibe li we jî qeyûm bikin. Heke bi rastî jî di vê mijarê de bertekên pêwîst nîşan dabûna, dê îro li Esenyûrtê qeyûm tayîn nekirana. Ji kurdan heta tirk, ereb, azerî, xiristiyan, misilman, sunî û elewî li Esenyurtê gelek derdorên cuda dijîn. Di esasê xwe de yekperestî nexweşî ye. Jehrkuja vê jî piranîparêzî ye. Divê em jiyaneke piranîparêz a demokratîk esas bigirin. Tekena tişta ku dê me ji zîhniyeta yekperest rizgar bike; piştevanî, hevkarî û xurtkirina tifaqên demokratîk in.”
 
‘BILA HER KES XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVE’ 
 
Karayilan, bi lêv kir ku yên qeyûm tayîn kirin di demên berê de têk çûn û dê  niha jî têk biçin û ev nirxandin kir: “Mentiqa faşîzan, di zilm û zextê de pir biîstîqrar e. Lê hewceye vê bizanin; gelê me jî ji bo tiştên aydê xwe bistînin di berxwedanê de pir biisrar e. Gelê me li pêşiya şaredariyê gotina xwe dike û berteka xwe nîşan dide. Heta ku zîhniyeta qeyûmparêz paşvegavê diavêje û em tişta aydê xwe distînin dê ev têkoşîn bidome. Gelê me em bi tenê nehiştin û divê em li vir bi hev re bêhtir xwedî li îradyeya xwe derkevin. Her dengek, her dilek û her destek dê me bihêztir bike.” 
 
BAYRAM: EM LI DIJÎ DEWLETÊ KETIN HILBIJARTINÊ 
 
Hevşaredar Saniye Bayram jî bi bîr xist ku di şert û mercên newekhev de ketine hilbijartinê û ev tişt anî ziman: “Tevî jî em bi ser ketin. Di 31’ê adarê de reqîbê me hemû derfetên dewletê bi kar anî. Me jî tenê piştgirî ji gelê xwe girt. Gel ji me xwest ku em qeyûman bişînin. Bi mûçe, derxistina ji kar û hwd. gef li gel xwarin lê bi ser neketin. Bi hezaran deng veguhestin lê dîsa jî me bi ferqekî mezin qezenc kir.” 
 
‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’
 
Bayram, daxuyand ku dê mesaiyên ewil ên şaredariyê de deriyên avahî li tevahiya gel vekin û axaftina xwe wiha qedand: “Me hemû astengiyên li pêşiya şaredariyê rakirin. Di 8 salan de ev der veguherandibûn qereqolan. Lê me dîsa ji bo gel vekir. Hin kesan digot cara ewil e dikevin avahiya şaredariyê. Me wêraneyek dewr girt. Bi milyonan lîre deyn hiştibûn. Bi hezaran donimên erdê me firotibûn. Me di 7 mehan de ji neyiyê gelek tişt afirand. Me bi derziyê kola û her tim di nava gel de bûn. Me diz teşhîr kirin. Lewma qeyûm tayîn kirin. Me xwest ji bo jinan hin tiştan bikin. Xwestin pêşiya vê bigirin. Hevşaredarê me tirkmen û ez jî kurd im. Pirsgirêkeke me bi hev re tune ye. Bila me rehet bihêlin. Em vê zîhniyetê baş nas dikin. Bi qeyûm re bi hezaran polîs anîn pêşiya şaredariyê. Çiqas zilmê bikin jî em ê paşvegavê neavêjin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila gel xwedî li îradeya xwe derkeve. Heke em îro dengê xwe nekin sibe êdî dê dereng be. Em her kesî vedixwînin berxwedanê. Heta em qeyûman dişînin dê li mala xwe rehet ne rûnin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

17/12/2024
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin