Li Arjantînê kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ tê destpêkirin

  • cîhan
  • 15:51 8 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê di 13’ê mijdarê de li Arjantînê kampanya bê destpêkirin. Parlamenter û nûnerên sendîkayan ji bo tevlibûna kampanyayê bang kirin. 

Li Arjantînê bi pêşengiya sendîkayên karker, parêzer, çapemenî û femînîstan di çarçoveya pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re' li parzemînê kampanyayek tê destpêkirin. Li ser banga Tevgera Jinên Kurd sendîkayan, saziyên mafên mirovan û siyasetmedaran ji bo kampanyayê bang kirin. Kampanya wê 13'ê Mijdarê bi civîneke çapemeniyê destpê bike û heta 23'ê Mijdarê dewam bike.
 
Îmzeyên bêne komkirin wê ji Corte Inter America û saziyên pêwendîdar ên Konseya Ewropayê re bêne şandin. CTA Autonoma ku banga ji bo kampanyayê kir, têkildarî kampanyayê dîmenek amade kir. Aktîvîstên mafên mirovan ên ku pêşengiyê ji kampanyayê re dikin ji bo beşdariya li kampanyayê dîmenek weşandin. Parlamenterên Partiya Karker ên li Parlamenta Arjantînê jî ji bo tevlîbûna li kampanyayê bang kirin.
 
BANGÊN JI BO TEVLIBÛNÊ 
 
Peyamên kesên ku ji bo kampanyayê bang kirin bi vî rengî ne:
 
Julian Aguirre, Director de Internacionales de CTA Autónoma: “Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li girtîgeheke dewleta tirk girtî ye, ji ber dilsoziya wî ya bi maf, azadî û rûmeta gelê kurd û gelên cîhanê, li gel gelek saziyan em daxwaza azadiya Ocalan dikin. Ji CTA Otonom em xwedî soz û çalakiya piştevaniya bi wan re, bi doza wan re ne, ku ji bo azadiya xwe têkoşîneke mafdar dimeşînin. Ji ber vê yekê ji 13'ê Mijdarê roja Çarşemê em ê tev li kampanya li Arjantînê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin.
 
‘DIVÊ EM JI BO OCALAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN’ 
 
Parlamenter, Vanina Biasi: “Ji kongreya neteweyî ya Arjantînê, ji bloka yekbûyî ya eniya çep a Partiya Karker ez Vanina Biasi me. Beriya her tiştî silavên xwe ji wan jinan re dişînim ku ji bo xaka xwe, ji bo gelê kurd û gelên Kurdistanê têdikoşin û di nava hêzên parastnê de ne. Bi dîtina min, ji bo parastina gelê Kurd û jiyana azad a li xaka xwe, ev şer di çarçoveya xweparastinê de pêwîstî ye. Bêguman silavên xwe ji milîtanên jin û mêr ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re dişînim ku di bin bombardûmana dewleta tirk de li ber xwe didin û têkoşînê mezin dikin û di şexsê Abdullah Ocalan de divê em dengê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî bilind bikin. Bêguman em daxwaza aştiyeke mayinde dikin. Û daxwaza naskirina nasnameya Kurd û xaka Kurdistanê dikin. Û herî dawî em dixwazin dewleta Tirk û hemû dewletên ku polîtîkaya îmhayê dimeşînin dawî zextên li ser gelê Kurd bînin, mafên gelê Kurd bidin û em dixwazin Kurd li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn."
 
‘EM DAXWAZA AZADIYA HEVRÊYÊ XWE DIKIN’
 
Parlamenter, Mónica Leticia Schlotthauer: “Li Parlamenta Neteweyî ya Arjantînê parlamenter im. Ji eniya çep, sosyalîst, ji Partiya Karker im. Li gel rêxistinên din em daxwaza azadiya hevrêyê xwe dikin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û daxwaza mafên gelê kurd em bang dikin."
 
Femînîst Claudia Korol: “Endama Femînîstên Abya Yala me. Li xaka Abya Yala ku weke parzemîna Emerîkayê tê naskirin, Femînîstas Abya Yala toreke rêxistinî ya li parzemînê ye. Wateya parzemîna me ya ku weke Abya Yala tê naskirin, bi zimanê gelê xwecihî tê wateya xwîna bi rengekî azad diherike.
 
Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi temamî bê rakirin, ku agahîwergirtina ji Ocalan ji bo nirxên me yên mezin ên ku em temsîl dikin, gelekî girîng e. Em dixwazin ku şert û mercên pêwîst ji bo Abdullah Ocalan bêne afirandin ku karibe rola xwe ya lîdertiyê bimeşîne û çareseriyeke aştiyane û wekhev ji Kurdistanê û Rojhilata Navîn re peyda bike. Ji ber vê yekê em bang li tevgerên mafên mirovan, rêxistinên gel, komeleyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî dikin ku ji bo kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' li Arjantînê îmzeyan kom bikin, banga tevlîbûna li kampanyayê dikin."
 
Parêzvanê mafên mirovan Carlos Lorgipanitsi: “Ez endamê pêkhateya milîtan a Kachiti Fugman im û di heman demê de endamê Arjantin Encuentro Memoria, Verdad y Justicia (Bîra Edalet û Heqîqetê) me. Dixwazim mafên Abdullah Ocalan bê misogerkirin. Ji bo karibe di çareseriya aştiyane û wekhev a li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi rola xwe rabe, divê tecrîd bê rakirin."
 
METNA KAMPANYAYÊ
 
Naveroka nameya ji bo kampanyayê hatî amadekirin bi vî rengî ye: “Bi ser komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan 26 sal derbas bûn.  Ji roja bi komploya navnetwey hatî revandin û heya niha li Girtîgeha Îmraliyê (Tirkiye) ji mafên xwe hatiye mehrûmkirin û bi êşkence û miameleya xirab rû bi rû ye.  Abdullah Ocalan ku ji roja hatî girtin heya niha di bin şert û mercên dijwar ên tecrîdê de tê renhîngirtin û ev 4 sal in jî têkiliya wî ya bi derve re hatiye qutkirin. Piştî 4 salan di 23’yê Cotmeha 2024’an de destûr hate dayîn ku bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtineke kurt pêk bîne.  Abdullah Ocalan ê ku wê di meha Nîsanê de bikeve 75 saliya xwe weke rêberê gelê Kurd tê zanîn, ji çareseriya aştiyane û demokratîk ya pirsgirêka Kurd aktorê sereke ye. Tevî ku heya niha gelek caran bangên agirbest û diyalogê kirine jî hemû caran ev hewlên wî bi polîtîkayên îmha û êrîşê tên pûçkirin. Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ de  em dixwazin tecrîda heyî were bi dawîkirin û di heman demê de li gorî biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê em dixwazin Abdullah Ocalan mafê xwe yê hêviyê bi kar bîne û were berdan.  Ji ber vê yekê em di 13’ê Mijdarê de li gel civîneke çapemeniyê kampanyayeke îmzeyan li dar dixin. Konferansa çapemeniyê wê li navenda giştî a CTA-Autonomayê di saet 17.00’an de were lidarxistin. Em hemû saziyên eleqedar vedixwînin kampanyaya ku wê 10 rojan berdewam bike.”

Sernavên din

17/12/2024
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan