'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’

  • rojane
  • 10:49 10 Kanûn 2024
  • |
img
RIHA - Rojnameger Dîlan Dîlok rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Tirkiye dixwaze hêj pergal rûneniştî destkeftiyên kurdan tune bike.” 
 
Êrişên Heyet Tehrîr el Şamê di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, bi hilweşîna rejîma BAAS a 61 salî biencam bûn. Dema HTŞ’ê ji bo hilweşandina rejîmê dest bi êrişan kirî, li hêa din koma paramîlîter a SMO’yê ku girêdayî dewleta tirk e jî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. 
 
Rojnameger Dîlan Dîlok geşedanên dawî yê li Sûriyeyê nirxand û da zanîn ku rêveberên cemaweriyê û hêzên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîmî Rêveberiya Xweser bûne. Dîlan Dîlok, diyar kir ku şirîkê rejîma BAAS’ê Rûsyayê jî winda kir û wiha got: “Rûsan, hêzên xwe yên li Kobanê, Dêrazor û Minbicê vekişandin devera Balafirgeha Qamişloyê. Wisa xuyaye dike ku li gel Beşar Esad, Rûsyayê jî li Sûriyeyê winda kir.” 
 
 
Bi domdarî Dîlan Dîlok got ku piştî Heleb û Hema ketin destê HTŞ’ê, hikûmeta Sûriyeyê dest bi teslîmkirina rêveberiyê kir û wiha pê de çû: “Ji bilî şerê dewleta tirk li dijî kurdan daye destpêkirin, piraniya pevçûnan bi dawî bûne. Hêzên muxalîf niha alîgirên rejîmê, derdorên elewî, bi kurtasî bi înfazkirin, îşkencekirin û girtina kesên ne ji xwe ve mijûl e. Pevçûnên li dijî kurdan jî raste rast bi destê çeteyên girêdayî dewleta tirk re tên kirin. Niha bi HTŞ’ê re şerekî raste rast tune ye.” 
 
'TIRKIYE BI XWE KETIYE DEWRÊ’ 
 
Di berdewamê de Dîlan Dîlok anî ziman ku Tirkiye hewl dide di vê pêvajoya guherînê de armancên xwe pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ya herî girîng ew e ku Tirkiye hewl dide hêj li Sûriyeyê pergala nû rûneniştî destkeftiyên Kurdan tesfiye bike. Heke nebe jî dixwaze komên çete yên paramîlîter ku bi dijminatiya kurdan tije kiriye bi ser Kurdan de bişîne. Piştî ku van nekarî tiştekî bikin, îcar bi balafirên şer, SÎHA û topan ew bi xwe kete dewrê.” 
 
Dîlan Dîlok, wiha domand: “Êrişên Tirkiye û koma paramîlîter SMO’yê yên ser Kantona Minbicê 14 rojan domiyan. Tirkan digotin qey dê di demekî kin de encamê bi dest bixin. Lê li hemberî berxwedana xurt a Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji ‘serkeftina’ xwe ya ji berê ve ragihandibûn paşvegav avêtin. Lê belê bi rêya çapemeniyê taktîkên şerê taybet pir zêde bi kar anîn û xwestin binhişeke cuda ava bikin. Pir zêde SÎHA, balafiran û topan bi kar tînin. 13 rojan nekarîn berxwedanê têk bibin û li hinek cihên ketibûnê jî hatin derxistin. Niha li Minbicê şerekî dijwar heye. Li hinek cihan şerê eniyê heye lê piranî bi taktîka gerîlatiya nû şer tê domandin.” 
 
'DIXWAZIN LI DIJÎ KURDAN BIXIN NAVA LIV Û TEVGERÊ’ 
 
Rojnameger Dîlan Dîlok got; “Dema li şêweyê berxwedana Minbicê tê nihêrtin, di rojên pêş de çi dibe bila bibe dê dewleta tirk û çeteyên wê hêzê di xwe de nebînin ku pêngaveke nû biavêjin. Armanca esasî ya Minbicê ew bû ku berê nîjadperestiya ereban a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin kurdan. Hinek aloziyên li deverên çolter ên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ku pir biçûk in, pir mezin nîşan didin û parve dikin. Dixwazin aloziyekê çêbikin. Lê belê Hêzên Asayîşê yên li herêmê li wir serwer in.” 
 
ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ
 
Dîlan Dîlok, bi lêv kir ku Îsraîl ji bo rêveberiya nû kapasîteya xwe ya leşkerî zêde neke ji 8’ê Mijdarê ve tesîsên leşkerî, balafirgeh û cihên ji rejîmê yên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike û ev tişt anî ziman: “Ev çendek roj in Îsraîlê Golan jî derbas kir û hêzên xwe li hinek cihên Sûriyeyê bi cih kir. Tesîsên pir krîtîk ên li qada Sûriyeyê ku tesfiye dike û dixwaze di destê rêveberiya nû de tu tiştekî nehêle. Bi qasî tê dîtin, Îsraîl dê yekser daxilî pergala nû ya li Sûriyeyê bibe. Îxtîmal e ku demekî kaotîk bê jiyîn.” 
 
'PÊŞNIYARA KURDAN ÇARESERIYA HERÎ ÎDEAL E’ 
 
Dîlan Dîlok, da zanîn ku armanca HTŞ'ê avakirina dewleteke li ser bingeha şerîetê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Lîderê HTŞ’ê Colanî bi peyamên nerm hewl dide xwe weke kesekî li gel lihevkirinê nîşan bide. Lê tevî vê jî dema mirov li endamên qebîneya hikûmeta nû dinêre, dibîne ku xwe dispêre şerîetê û hewl didin dewleteke îslamî ava bikin. Ev rewş dê ji bo dema pêş bi xwe re pirsgirêkên pir cidî bîne. Mimkin nîne gelên Sûriyeyê û hêzên navneteweyî vê jinedîtî ve bên. Her çend dewleta tirk li ser dijminatiya bi kurdan re hewl bide xwe daxilî pêvajoya li Sûriyeyê bike jî, eşkere ye ku pêşniyarên kurdan çareseriya herî îdael e. Dewleta tirk vê rewşê dibîne lewma berê çeteyan dide kurdan, dixwaze kurdan qels bike û nehêle ev pêşniyar bê qebûlkirin.” 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye