Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin

  • jin
  • 12:21 15 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Di encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê de wiha hate gotin: “Biryar hate dayin ku ji bo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn birêz Ocalan çalakî, xwepêşandan û hevdîtinên bên lidarxistin; li dijî qirkirinên jinan li her derê xebatên xweparastinê bên birêxistinkirin û di siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe bi rêya akademiyan mezin bikin.” 

Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 13’ê Kanûnê de li Amedê bi dirûşma “Bi jinên rêxistinkirî û azad em civakeke azad ava dikin” 3’yemîn Konferansa Jinan li dar xist. Meclisa Jinan a DBP’ê encamnameya konferansa xwe eşkere kir. 
 
Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê wiha ye: 
 
Bi şîara ‘Em jinên bi rêxistinbûyî û azad civaka azad ava dikin’ bi hêz, xwebawerî û moraleke mezin a ku me ji têkoşîna jinê ya birêxistinkirî wergirtiye, me di 13’ê Kanûna 2024’an de li Amedê 3’yemîn Konferansa Jinan pêk anî. Rojevên sereke yên konferansa me, rêxistin û rêvebirina Meclisa Jinan a DBP'ê, Akademiya Jinan a DBP'ê û Xebatên Perwerdehiyê,  pêwîstiyên xeta çalakî û berxwedanê ya Meclisa Jinan a DBP'ê bû. Li ser van mijaran nîqaşên kûr hatin kirin. Di vî warî de hedef hatin diyarkirin.
 
KONFERANS DIYARÎ ENDAMÊN MECLISA JINÊ YA ZENÛBIYAYÊ KIRIN
 
Em konferansa xwe diyarî sê jinên endamên Meclisa Jinê ya Zenûbiye dikin ku li Minbicê piştî pêkhatina Şoreşa Rojava ya ku di dîroka têkoşînê de wek şoreşa jinê tê binavkirin, hatın qetil kirin, dikin, herwaha em diyariyê hemû jinên ku mîrateya têkoşîna jinê veguherandine destkeftiyên têkoşîna civakî û jiyana xwe ji dest dane, diyariyê jinên şoreşger ên ku li zindan û sirgunê ne, dikin. Dîsa em jinên Rojava yên ku li dijî modernîteya kapîtalîst bi perspektîfa neteweya demokratîk şoreşa jinê pêk anîne silav dikin û em soz didin ku em ê têkoşîna xwe li her qadê bi biryardarî bidomînin.
 
Me konferansa xwe ya 3’yemîn di serdemeke dîrokî de pêk anî. Di vê serdemê de hişmendiya mêr a serdest, netewe-dewletê ji nû ve ava dike, di encama vê yekê de şer pêk tên û dibe sedema wêraniyê. Haya me jinan ji vê pêvajoya dîrokî heye, motîvasyona me ya sereke xurtkirina tifaqa jinan û pêşxistina eniya li dijî şer, di warê siyasî, aborî, çandî û hemû qadên jiyanê de qebûlkirina hebûna jinê ya bi awayekî wekhev, bibîrxistina berpirsiyariya civakê ya parastina jinê ye.  
 
HEDEFA ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN DESTKEFTIYÊN JINAN e
 
Sedema şerê ku li Rojhilata Navîn pêk tê berhema zîhniyeta mêr e, navenda vî şerî Kurdistan e, hedefa vî şerî jî bêguman jin û destkeftiyên jina ne.  Şer, bi afirandina qadên dagirkirinê yên nû yên şîdeta dewleta mêr, xeyalên avakirina sînorên nû yên netew dewletan dibe sedema wêraniyeke mezin a civak û gelan, jin, gel û baweriyên cuda bi qirkirinê re rû bi rû dihêle.
 
Şer li aliyekê her kesî bê ewle dihêle û dibe sedema hilweşandina tevahiya malbata mirovahiyê, li aliyê din jî tifaqa herî xurt a jinan ku ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, ji Amerîkaya Latîn heta Hindistanê bi Jin, Jiyan û Azadî belav dibe, bi şîara ‘Jina azad, civaka azad’ bi pêşengiya muxalefeta jinên Kurd veguherî hêviya jiyana hevpar a hemû civak û gelan.
 
DIXWAZIN JIYANA CIVAKÊ DORPÊÇ BIKIN
 
Kurdistan û Rojhilata Navîn di bin dorpeça şerekî dijwar de ne. Ev şerê ku di bin kontrola netewe-dewletan de û bi hevkariya sermayeya cîhanî didome, bi destê hêzên paramîlîter ên cîhadî-selefî ku jin, gel, bawerî û çandên cuda weke dijmin dibînin, tê meşandin. Vê carê jî hedefa hêzên paramîlîter; Modela Rojava bû ku hovîtiya DAIŞ’ê û hêzên herêmê yên emperyal têk bir û li dijî wan bi şoreşa jinê, meclisên jinê, akademiya jinan û bi avakirina hêzên xweparastinê li dijî civaka serdesta mêr têkoşiyan û veguherandina civakê bû hedefa wan a bingehîn. Ev hêzên ku olê wek amûrekî bi kar tînin, bi hişmendiya serdest a mêr a yekperest, zeyandperest û milîtarîst hewl didin rejîmeke ku destkeftiyên jinan ji holê rabike, ava bikin. Bi dorpêçkirina hemû jiyana jinan dixwazin ku jin meqbûlî û koletiye qebûl bikin, jinên ku li dijî vê yekê derdikevin bi qetlîam û destdirêjiyê ve gefan dixwin bi vî awayî hewl didin ku li ser bedena jinê hemû jiyana civakê dorpêç bikin. 
 
ÇARESERÎ PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ YE
 
Di konferansa me de; li ser pêwîstiyên xeta çalakî û têkoşînê ya DBP'ê nîqaşên kûr hatin kirin û hate diyarkirin ku çareserî bi paradîgmaya azadiya jinê, bi perspektîfa neteweya demokratîk pêkan e. Ji bo pêkhatina vê perspektîfê pêdivî heye ku perwerdehiya bîrdoziyê li hereman belav bibe, bi awayê akademiyên jinan, li herêman bê navber berdewam bike û di demên diyarkirî de dubare bibe.
 
ŞERÊ TAYBET
 
Di konferansa me de rêbazên têkoşînê yên ku destkeftiyên têkoşîna jinê vediguherînin destkeftiyên siyaseta demokratîk hatin nîqaşkirin û hate destnîşankirin ku xizanî, koçberî, fihûş, tiryak û sîxurî, bi taybetî li Kurdistanê veguheriye rêbaza şerê taybet ku li ser jin û ciwanan pêk tê û ev yek berbiçav e. Hate bibîrxistin qeyûmên ku pergala me ya hevserokatiyê ya ku ji heremê ber bi civakê ve, sîstemeke demokratîk ava dike, destketiyên jinan, zimanê dayikê, bîr û nirxên çandî dike hedef, di heman demê de amûreke şerê taybet e.  Çareseriya vê jî bi avakirina civakeke birêxistinkirî, exlaqî pêkan e û ji bo vê jî di çarçoveya seferberiya rêxistinî de hevdîtîna ciwanan, civîn, atolye, panel û çalakî hatin lidarxistin, armanca van çalakiyan xurtkirin û mezinkirina xweparastina jinan e.
 
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BI AZADIYA OCALAN PÊKAN E
 
Me di konferansa xwe de bal kişand ser girîngiya bibîranîna jinên Kurd ên ku ji berê heta niha li her parçeyekî Kurdistanê pêşengên berxwedana li dijî zilmê bûne, tevlêbûna platformên hevpar û mekanîzmayên bi bandor ên ku mîrateya wan li cîhanê belav kirine û di dawiyê de avakirina Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk ji xwe re kirine armanc.
 
Yek ji mijarên din ên sereke yên di konferansa me de hatin nîqaşkirin jî ew bû ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya Rojhilata Navîn bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêkan e.
 
Berdewamiya şert û mercên şer û pevçûnên ku bi pergala tecrîda Îmraliyê kûrtir dibe herî zêde bandorê li jinan dike. Li ser van şert û mercan desthilatdariya siyasî li Tirkiye û Kurdistanê polîtîkayên cudakar û zayendperest ên li ser jinan kûr dike, têkoşîna wekhevî û azadiyê ditepisîne, destkeftiyên jinan desteser dike.
 
Birêz Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî berfireh dinirxîne û li dijî vê pergala ku Rojhilata Navîn veguherandiye erdnîgariya qirkirina jinê, qirkirina xwezayê, qirkirina ziman û çandî, qirkirina etnîkî û mezhebî, derfetên modela jiyana azad û wekhev a gelan, bi çareseriya Neteweya Demokratîk re derxist pêş. Zîhniyeta ku di sedsala 21’an de êrişî mafê statuya Kurdan dike, êrişî statûya wekhev û azad a jinê jî dike.
 
Divê neyê jibîrkirin ku; rol û azadiya Birêz Ocalan tekane rêya derketina ji şerê li Rojhilata Navîn û temînata aştî û azadiya jinê ye.
 
EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE JI BO AZADIYA OCALAN BIXEBITIN
 
Ji bo vê jî Meclisa Jinan a DBP'ê; bi hemû hevkarên jin re ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên meş, sempozyûm, daxuyanî, nobeda edaletê, çalakiyên xwendinê wê li dar bixin.  Di van çalakiyan de bi awayekî aktîf cih bigirin, bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ji gund heta bajaran, ji kolanan heta qadan çalakî û civîn wê bên lidarxistin.
 
JIYANA AZAD BI TÊKOŞÎNA JINÊ PÊKAN E
 
Jiyana azad a wekhev bi têkoşîna jinê pêkan e, bêguman sedsala 21’an wê bibe sedsala jinan û sala 2025’an wê bibe sala azadiyê, îdiaya me ya jiyana azad a bi têkoşîna jinê re temînata civaka azad e.
 
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
 
Wek encam; delegasyona me ya konferansê çarçoveya têkoşîna me ya demê diyar kir;
 
* Ji bo Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd û Azadiya Birêz Ocalan ku temînata aştiya Rojhilata Navîn e, pêkanîna çalakî û civînan;
 
* Li dijî Qirkirina Jinan li her derê birêxistinkirina xwe parastinê,
 
* Biryar hat dayîn ku bi akademiyên jinan, têkoşîna jinê di siyaseta demokratîk de bê mezinkirin.” 

Sernavên din

07/01/2025
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?