'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'

  • rojane
  • 09:00 17 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî "nêzîkatiya ez ê çawa tasfiye bikim" e û Berdevkê Demî yê SMF'ê Mahîr Gurz jî got: "Rojava li hemberî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e." 

Bi êrişa Heyet Tehrîr El-Şamê ya ji bo rûxandina rejîmê re Tirkiyeyê û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (ANS) ya girêdayî wê jî li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kirin. Bertekên li hemberî van êrişan didomin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê Mûrat Kalmaz, endama Desteya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce û Berdevkê Demî yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz êrişên tên kirin nirxandin.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Kalmaz diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paradîgmaya "Neteweya Demokratîk" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jiyaneke nû hatiye avakirin û Tirkiye dixwaze vê pergalê tune bike. Kalmaz anî ziman ku Tirkiye û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan komkujî pêk anîne û got: "Li Sûriyeyê rejîm hilweşiya. Di dema ku li bendê bû pêvajoyeke ku mirov nemirin dets pê bike, balafirên bêmirov ên tirk ambûlansek bombebar kirin û 2 zarok qetil kirin. Çete ber bi herêmên ku kurd lê kom bûn çûm û îşkence li kurdan kirin. Tirkiye hewl dide bi êrişên li ser kurdan li Sûriyeyê pirsgirêkê çareser bike û bi "nêzîkatiya ez ê çawa destkeftiyên kurdan berteref bikim' tevdigere. Pêwîste dewleta tirk demildest dest ji vê yekê berde."
 
'WÊ TIRKIYEYÊ PAŞ VE BIBE'
 
Kalmaz, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê siyaseta durûtiyê dimeşîne û got: "Em bi nêrîna li Rojavayê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan dibînin. Ev gel çawa Kobanê parast, Rojavayê jî diparêze. Yekane gelê ku barbariya DAIŞ'ê li Rojhilata Navînê ji holê rakir, gelê kurd e. Ji ber vê yekê hêzên neteweyî di her warî de deyndarê kurdan in, eger Tirkiye aştiya bi kurdan re biaxwaze û li Rojhilata Navîn dixwaze bibe aktor, rêya vê yekê bi kurdan re ye. Siyaseta li ser esasê muxalefetê wê hem Rojhilata Navîn hem jî Tirkiyeyê bi awayekî cidî paşve bixe û pirsgirêkên mezin bi xwe re bîne."
 
Kalmaz destnîşan kir ku divê tu kes li hemberî van êrişan bêdeng nemîne û got ku DEM Partî li dijî êirşan di nava seferberiyê de ye. 
 
'EM XURTKIRINA ŞOREŞA ROJAVAYÊ DIXWAZIN'
 
Endama Desteya Rêveber a SODAP'ê Fatma Înceyê bal kişand ser bandora DYA-Îsraîl a li ser geşedanên li Sûriyeyê û got: "Eşkere ye ku di nava xwe de plan çêkirine û ev pêvajo di nava amadekariyê de pêk anîne. Dixwazin li Sûriyeyê civakeke ne demokratîk, ne wekhevî û hiyerarşîk ava bikin. Di vê mijarê de dewleta tirk jî gelekî aktîf e, ji ber ku tiştên li wir diqewimin rasterast bandorê li geşedanên li vir dike. Di hilbijartinên herêmê de desthilatdarî ji dest da. Ew jî pêşketinên li Sûriyeyê bi kar tîne da ku serweriya xwe tahkîm û konsolîde bike. Bi nimêja li Mizgefta Emewiyê dixwaze serweriya xw eya moralê bide nîşandan."
 
Fatma Înceyê da zanîn ku divê pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin bê parastin û wiha dewam kir: "Gelê kurd li Sûriyeyê jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava dike. Ev xwedî paşxane û kevneşopiyeke dîrokî ye. Êrîşeke mezin li hemberî vê yekê tê kirin. Tirkiye û çeteyên wê ji aloziya Sûriyeyê sûdê werdigirin û êrişî kurdan dikin. Li ser vê yekê em wekî sosyalîst dixwazin piştgiriya xwe ya ji bo xurtkirina şoreşa Rojavayê, şoreşa dîrokî tînin ziman. Em baweriya xwe bi zanyariyên wê tînin. Pêwîst e em jiyana ku gelê kurd li Sûriyeyê pêk tîne, biparêzin û hembêzxwedî lê derkevin." 
 
'ALTERNATÎF ROJAVA YE'
 
Berdevkê Demê yê SMF'ê Mahîr Gurz jî diyar kir ku pêkhateyên dijminê demokrasiyê nikarin civakê azad bikin. 
 
Gurz bal kişand ku li Sûriyeyê hebûna dewletên emperyalîst ne rewa ye û wiha got: "Em helwesta hêzên paşverû yên herêmê rewa nabînin û ne jî wekî alternatîfekê dibînin. Alternatîf Rojava ye. Cihê şoreşgeriyê ye. Kedkar, netewên bindest û hemû bawerî dikarin bi awayekî biratî û azad bi hev re bijîn û biryarên xwe bi xwe bidin. Divê em ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û Rojhilata Navîn bibin xwedî helwest. Divê hêzên sosyalîst û şoreşge rên li Tirkiyeyê li dijî dagirkerî û paşverûtiyê xwedî helwesteke zelal bin." 
 

Sernavên din

26/01/2025
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê
23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?
16:17 Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî hate girtin
16:13 Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
16:12 ‘Divê êriş bên bidawîkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin’
15:56 MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
15:45 Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e
15:17 Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
14:49 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike
14:41 ÎHD’ê ‘Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê’ ava kir
13:57 Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
13:40 Dozger xwest kujerê Şahîn Oner ji ‘qisûrê’ bê cezakirin
13:32 Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin
13:06 Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan’ hate avakirin
13:06 DEM Partî: Divê berpirsyarên komkujiya li Kartalkayayê bên cezakirin
12:45 Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kampa Holê’ daxuyanî da
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
10:52 Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
10:49 Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
10:31 Jineke ku ji aliyê hevserê xwe rastî tundiyê hat xwîn çû ser mêjiyê wê
10:24 Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
10:10 HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
09:50 Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
09:37 'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
09:10 ‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'