Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin

  • rojane
  • 15:13 25 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de hate gotin ku dê gelê Kurd êdî jiyaneke bêstatû qebûl neke.

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin, di roja 3’yan de didome. Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Parlamenterterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek partiyî, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Girse, li ser rêya di navbera Pirsûs û Kobanê de hate gel hev û heta demekî dirêj li ser stranên Kurdî govend gerand. Piştre jî daxuyanî hate dayin û pankarta "Rojava rûmeta me ye” û dovîzên “Rojava xeta me ya sor e” û “Bijî berwxedana Rojava” hatin hilgirtin. 
 
‘EWLHIYA ROJAVA EWLHEIYA ME YE’ 
 
Aktivîsta TJA’yê Adle Fîdan axivî û got: “Ewlehiya Rojava ewlehiya me ye. Ewlehiya siberoja Rojava, zarok û jinên Rojava ewlehiya me tevan e. Ji ber vê yekê divê tu kes pêşiya me negire. Çend roj berê du hevalên me yên rojnamevan hatin kuştin. Em li vir Nazim û Cîhanê bi rêzdarî bibîr tînin. Bi qetilkirina rojnamegeran re heqîqet û rastiya li Rojava tê veşardin û komkujiya sivîlan vedişêrin. Me di 2014’an de ev hov baş nas kirin. Em wê rojê jî li dijî van êrişên hovane rawestiyan, em ê îro jî sekna xwe ya li dijî van êrişan berdewam bikin. Kesên îro êrişî Rojava dikin, dixwazin destkeftiyên gelan ji destê wan bigirin. Bila her kes baş zanibin ku di Şerê 3’yemîn ê Cîhanê de tu hêz nikare Kurdan li Rojhilata Navîn bêstatu bihêle. Em ê bi her awayî li dijî şerê qirêj û vê hovîtiyê rawestin. Em ê her dem berxwedana xwe berdewam bikin. Em jin û hemû gelê Kurd êdî jiyaneke bêyî Rêberê Azad û bê statû qebûl nakin. Rojava berî her tiştî nirxê hebûna jinê ye. Em ê heta dawî li vî nirxên jinê xwedî derkevin. Em li vir bang li hemû saziyan dikin ku li vî nirxî xwedî derkevin. Em li vir ji bo parastina nirxên xwe xwe bikin yek û têkoşîna xwe berdewam bikin.”  
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun jî wiha got: “Geşedanên ku li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikevin di serî de hemû kesên aştî, wekhevî û demokrasiyê dixwaze dixe nava fikaran. Em dizanin di bingeha van êrişan de destkeftiyên Kurdan hene. Em wekî gelê Semsûrê li vir silavên xwe ji gelê Rojava re dişînin. Em wekî rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê ji bo em piştevaniya xwe bi gelê Rojava re parve bikin em hatin nobeta sînorê Pirsûs û Kobanê. Em têkoşîna wan a mezin silav dikin.”
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Bismil a Amedê Mûstafa Kurt jî li dijî êrişan banga “yekitiyê” kir û ev tişt anî ziman: “Niha bi destê çeteyan êrişek tê kirin. Em van êrişên ser gelê Rojava qebûl nakin.” 
 
Parlamenter Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku gelê Pirsûs û Kobanê dost û xizmên hev in û wiha domand: “Em êrişên rêxistina terorê ya DAIŞ’ê yên li ser Rojava qebûl nakin. Em li vir careke din hevalên xwe yên rojnameger Nazim û Cîhanê yên bi SÎHA’yan hatin qetilkirin bi bîr tînin. Em vê zîhniyeta komkujer şermezar dikin. Heta ku ev êriş hebin em ê bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Gelê Rojava bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê hat naskirin. Gelê Rojava ji bo Tirkiyeyê gef nîne. Em ê her tim piştgiriyê bidin wan.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

02/02/2025
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im