Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin

img

COLEMÊRG – Li Colemêrgê ku walîtiyê propagandaya "Jiyan heye" kir, binçavkirin, tundiya leşker-polîsan, desteserkirina îradeyê, operasyonên leşkerî û qedexeyên zozanan di nava salekê de her dim rojev bûn.

Colemêrg ku li ser sînorê Îran û Herêma Federal a Kurdistanê ye, yek ji wan bajaran bû ku di sala 2024’an de herî zêde binpêkirina mafên mirovan pêk hat. Berevajî propagandaya walîtiyê ya ku gelek caran “jiyan heye” dike, li bajêr gelek maf hatin binpêkirin. Binçavkirin, girtin, tundiya polîs û leşkeran, êrîşa li ser welatiyan li ser sînor, operasyonên leşkerî, qedexeyên bi salane di bin navê "herêma ewlekariya taybet", veguhastina hilbijêran, zextên li dijî rojnamegeran di nava salekê de di rojevê de bûn.
 
BI SEDAN OPERASYONÊN LEŞKERΠ
 
Di nava salê de li bi dehan herêm û gundan operasyonên leşkerî yên berfireh hatin lidarxistin. Herêmên operasyonên leşkerî gelek caran di bin navê "herêma ewlehiya taybet" de hatin qedexekirin.
 
Navê gund, herêm û zozanên ku operasyonên leşkerî hatin lidarxistin ev in; Bilindbasan, Soryan, Dileze, Birdik, Avyan, Golegirî, Rezûk, Pagê, Kuçe, Kêlban, Yekmala Jor, Yekmala Jêr, Kaportê, Çardiwar, Memkawa, Mûşan, Nêbari, Bajêrge (bajarok), Kelê, Xurekana Seyîda ve Xurekana Temo, Tilorana Jêr, Tilorana Jor, Basan, Morê, Şahê, Pagenkê, Şîşemzîn, Sorê, Zêvkan, Xirvate, Dirişkê, Qesran, Êlê, Hisark, Kavle, Zîzan, Herînk, Oremar, Şitazin, Doskî, Orşê, Wargenima, Tûyê, Sipîndarok, Meleyan, Bêtkar, Garê, Dêmanê, Gêman, Marunîs, Kûtos, Anîtos, Qeval, Harê, Gûzereş ve Tiyarê Vadisi, Navberojan, Îsyan, Şapatan, Dûvê, Meydan Belek, Zeynebê ve Dolan vadileri, Navşiyan, Morê Dağı, Sorê, Şîşol, Davana Sorê Kirmik, Şermerzan, Kanîdirêj, Astenga Reş, Meydanok, Kaniya Barkirî, Çil Kaniya, Sipêrêz û Mêranava. 
 
SERDAGIRTINA MALAN Û TUNDÎ
 
Serdegirtinên malan û tundiya di serdegirtina malan de bênavber dewam kir. Taxa Baglar a Jêrîn a navenda Colemêrgê di serê salê de ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Derî û camên gelek malên taxê hatin şikandin.
 
Di 10'ê Çile de polîsan bi ser mala malbata Kurt a li Yenî Mahale ya navçeya Geverê de girt. Polîsên tevgera taybet li ferdên malbatê yên ku daxwaza "lêgerînê" kiribûn derb kirin. Di serdegirtinê de polîsan jî gulebaran kirin. Di serdegirtinê de Îdrîs Kurt û Sîttar Kurt hatin binçavkirin. Endamên malbatê diyar kirin ku polîsan hewl da xwîna ku piştî tundiyê herikî paqij bike û hin caw hatin berhevkirin.
 
Di 27’ê Sibatê de li ber deriyê gundê Dûvê ya navçeya Rûbarok ji aliyê leşkeran ve cîhaza X-ray hate danîn. Welatî piştî lêgerîna leşkeran dikarin bikevin gundên xwe.
 
Di maça Colemêrg Zapspor û Mazîdagi Sporê ya ku di 25’ê adarê de li Colemêrgê dihat lîstin de bûyer qewimîn. Welatiyê bi navê Yalçin Kaval ê ku bi keça xwe ya biçûk re ji bo temaşekirina maçê çûbû di nav pevçûnê de ma. Kavalê ku piştî bûyerê çû malê, bi hinceta bûyerên di bûyerên qewimîn de cih girtiye piştî fitarê li mala xwe ji aliyê polêsan hat binçavkirin. Kaval li midûriyeta polîsan rastî tundiyê hat.
 
Di maça 2’ê mijdarê ya li Rûbarokê de di navbera leşker û qeymeqamtiyê de nîqaş derketin. Leşkeran heqaret li xebatkarên qeymeqamtiyê kirin. Hin kes ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin. Hin temaşevanên ku bertek nîşanî leşkeran dan jî hatin derbkirin.
 
XESPKIRINA ÎRADEYÊ
 
AKP’ê beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê zêdetirî 10 hezar leşker û polîs sewqî navenda Colemêrgê û navçeyên girêdayî wê kirin. AKP'ê şaredariyên Şemzînan, Çelê, Bajêrge  û Xirvate bi hilbijêrên seyar desteser kirin.
 
Di hilbijartinên navenda Colemêrgê de tevî hejmara zêde ya hilbijêran DEM Partî bi ser ket. Lê belê di 3'ê hezîranê de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Hevşaredar Siddik Akiş hat girtin. Di 5'ê Hezîranê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê 19 sal û 6 meh ceza li Akiş birî.
 
Li dijî biryara tayînkirina qeyûm bi rojan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybet li Colemêrgê çalakî hatin lidarxistin. Berxwedana li dijî desteserkirina vîna gel bi mehan dewam kir. Dîsa ji Wanê heta Colemêrgê 7 rojan meşa "Rêzgirtina îradeyê" hat lidarxistin.
 
AKP’IYAN GEL GULEBARAN KIR 
 
Piştî ku Abdullah Zeydan wek Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin, mazbata nedanê û bi boneya nedayîna mazbatayê li navenda Colemêrgê û Geverê, di 2'ê Nîsanê de çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Kesên ku li buroya Serokê Giştî yê AKP'ê Zeydîn Kaya bûn, gule li çalakgeran reşandin.
 
Piştî ku mazbata hat dayîn navenda bajêr pîrozbahî hatin lidarxistin, wesayîta polîsan li ciwanê ku beşdarî pîrozbahiyê bû qelibî. Kesên ku bi wesayîtên xwe beşdarî pîrozbahiya serkeftinê ya li Geverê bûn hatin cezakirin.
 
TEQÎN ÇÊBÛ
 
Di 14’ê nîsanê de li gundê Şapatan ê Şemzînanê polîsên tîmên taybet di dema kontrola nasnameyan de mînîbusek rawestandin. Welatiyên ku bertek nîşanî lêgerînê dan hatin tehdîtkirin. Polîsan gefa “Em ê we gulebaran bikin, em ê we bikujin” li welatiyan xwarin.
 
Li herêma Veregoz a bejahiya Geverê şivanê bi navê Bedrettîn Duzen ê ku di 24'ê tîrmehê de sewalên xwe diçêrand, di encama teqînekî de jiyana xwe ji dest da.
 
ASTENGKIRINA GOVENDÊ 
 
Li navenda Colemêrgê di 29'ê tîrmehê de bi hinceta "Stranên siyasî tên gotin" bi ser gelek dawetan de girtin. Hunermendên herêmî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin. Kameramenên ku dawet kişandin ji bo îfadeyê bang kirin. Ji 7 kesan xwediyê dawetê K.D û kameramanên ku dîmen kişandin piştî îfadeya wan serbest hatin berdan. 4 muzîkjen hatin girtin. Muzîkjen Nacî Tekçe (Ozgûn Tekçe), Alî Tekîn, Îlhan Akdogan û Bedîrhan Uçar di danişîna ewil de rastî cezayê salek û 3 meh yê cezayê girtîgehê hatin û piştre hatin berdan. 
 
DESTDIRÊJIYÊN ÇAWIŞÊN PISPOR 
 
Li navçeya Çelê di roja dawî ya festîvala ku ji aliyê walîtiyê dihat lidarxistin  de 2 zarok rastî destdirêjiya çawîşên pispor hatin. Ciwanên ku beşdarî konserê bûn mudaxeleyî çawîşên pispor kirin. Li ser giliyên welatiyan ji 5 çawişên pisor 2 jê hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên çawişên pispor ên li emniyetê serbest hatin berdan.
 
Welatiyên li bloka A-05 a Pîzok TOKÎ ya Geverê dijîn, li hemberî tîmên tevgera taybet ên li heman avahiyê dijîn bi dengekî bilind muzîk guhdarî dikirin, li hev kom bûn û bertek nîşan dan. Polîsek destê xwe danî ser çeka xwe, gef li gel xwar û got, “Hûn kî ne ku ji min aciz dibin? Ez ê vî avahiyê neterikînim û bibim zalimê we."
 
Li navenda Colemêrgê çawişê pispor bi rêya medyaya dîjîtal jineke ciwan tacîz kir. Tevî giliyê malbatê jî der barê çawîşê pispor tu tiştek nehat kirin. Endamên malbatê çawîşê pispor ê ku tacîza xwe didomand derb kirin. Piştî bûyerê bav û xizmên jina ciwan hatin binçavkirin.
 
CIWAN HATIN DESTESERKIRIN 
 
Polîsan di 31'ê Tîrmehê de li Geverê gelek tax dorpêç kir. Li taxa Kişlayê piştî kontrolkirina nasnameyan ciwanên bi navê; U.Ş., R.T., C.O., A.Y., B.C., D.D., A.B. û M.S. hatin binçavkirin. Malbat û parêzerên ku serî li emniyetê dan, ev bersiv hatin dayîn: "Zarokên we li vir nîn in, tu kes ji aliyê yekîneyên me ve nehatine binçavkirin." Polîsan di derdora seat 03.30'an de ciwan li noqteyên cuda bi kîlometreyan dûrî navçeyê serbest berdan. Dema ku ciwan di binçavan de hatin derbkirin, guhê ciwanê bi navê R.T. zirar dît. Di dema derbkirinê de cil û bergên ciwanên bi navê U.Ş., B.C. û A.Y xwîn bûn û ji ber vê yekê cil  û bergên wan xistin û ciwan li cihên cuda hat hiştin.
 
LI HER DERÊ KAMERA Û MOBESE
 
Li çolter û zozanên Colemêrgê kamera  jî hatin bicihkirin. Di nava salê de li gelek zozan û herêman bi taybetî li Zozanên Berçelanê kamerayên mobîl û kemînên kamerayê hatin danîn. Şêniyên zozanê û koçeran bertek nîşan dan.
 
Di 14’ê îlonê de ji qereqola leşkerî ya li gundê Bayê yê Colemêrgê ber bi herêma Merga Bûtanê ya ku wargeha sivîlan e, top hatin avêtin.
 
Di 2'ê mijdarê de jî texsiyekê ji ber wesayîta polîsan a sivîl a ku rê neda derbas kir, ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Texsiya ku Fatîh Agacanoglû diajot û li Noqteya Kontrolê ya Polîsan a Depînê hat rawestandin û ciwanên tê de bi navê Azat Kaya, Şevket Kaya û Hamdullah Kaya rastî heqaret û tundiyê hatin. Ji ciwanên ku lêdan xwar Azat Kaya ji du cihan pozê wî şikest.
 
ZILMA VEDAŞÊ 
 
Belavkirina Elektrîkê ya Vangolu (VEDAŞ) 2'ê cotmehê di saetên serê sibê de li Taxa Orman a Geverê dest bi kontrolkirina "ceryanê ya derqanûnî" kir. Polîs bi ekîbên fîrmeyê bi wesayîtên zirxî hatin taxê. Şêniyên taxê bertek nîşanî vê rewşê dan. Li ser bertekên welatiyên taxê polîsan gule berdan hewayê. Polîsan li hemberî welatiyan jî bombeyên gazê û guleyên plastîk bikar anîn.
 
ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN 
 
Êrîşên li ser rojnamegeran ên li bajêr tevahiya salê dewam kirin. Serokê Giştî yê AKP'ê Zeydîn Kaya û parêzvanên wî di dema çalakiya şermezarkirina qeyûman de rojnameger Serkan Kaya kirin hedef. Rojnameger Kaya ji êrîşê bi zehmetî xwe xilas kir.
 
Li Geverê di 7'ê îlonê de polîsan gef li nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mazlûm Engîndenîz ê ku nûçe dişopand xwar. Jina ku hat îdiakirin cerdevan e li emniyetê êrîşî Engîndenîz kir.
 
Nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onver ji ber nûçeyên xwe yên der barê çeteyên fuhûş û tiryakê de bû hedef. Di 20'ê Îlonê de li ser mala wê girtin, biryara desteserkirina malzemeyên dîjîtal ên Onver hat dayîn.
 

Sernavên din

11/02/2025
09:05 Berdana girtî Tekîn ji ber cezayên disiplînê hat astengkirin
09:04 26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN
08:40 Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
10/02/2025
15:46 Li Rihayê 2 kes hatin girtin
15:27 Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin