Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin

  • rojane
  • 11:29 16 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê ku xebatên xwe bi dawî kir, ev bang li muxalefetê kir: “Em muxalefetê vedixwînin têkoşîna demokrasiyê ya ji bo mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Abdullah Ocalan.”

Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê têkildarî xebatên xwe yên ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Hewldanê, bi bîr xist ku wan di 5’ê Îlona 2024’an li Amedê bi daxuyaniyekê dest bi xebatên xwe kiribûn û ev tişt hatin gotin: “Armanca Hewldana Edaletê ew bû ku rewşa birêz Abdullah Ocalan û birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin û zêdetirî 43 meh in di rewşa agahînegirtina mutleq de tên ragirtin, bikin rojev û tecrîdê bi dawî bike. Di vê çarçoveyê de xebatên xwe yên demkî meşand. Hewldana Edaletê, ji hêla komeke parastvanên mafan û aktîvîstan ve bi înîsiyatîfên şexsî hate avakirin. Hewldana Edaletê, di xebatên xwe de rapora Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya têkildarî Girtîgeha Girava Îmraliyê de bi kar anî. Wergera raporê ya bi zimanê ingilîzî jî hatiye kirin. 
 
Hewldana Edaletê, xebatên xwe li Enqere, Amed û Stenbolê kir. Li Enqereyê bi mîsyona dîplomatîk re hevdîtin kir, bi partiyên siyasî û kesên di pêvajoya çareseriyê yên berê de peywireke girîng li xwe girtibûn re hevdîtin kir û cara ewil tecrîda ku ewqas dirêj (43 meh) ajotî bi her alî ve vegot. Hewldana Edaletê li Amedê bi taybet jî bi rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir û got ku bi qasî binpêkirineke mafên mirovan a giran, aliyê ziyana dide aştiya civakî jî vegot. Hewldana Aştiyê di hevdîtinên xwe yên li Stenbolê de jî ji bo raya giştî ji mijara tecrîdê bêhtir bê haydarkirin, hewl da.” 
 
‘OCALAN SERMUZAKEREVAN E’ 
 
Bi domdarî hate gotin ku Hewldana Edaletê ji bo bidawîkirina rewşa agahînegirtina mutleq, ji bo rakirina tecrîdê hevdîtin kirine û wiha hate gotin: “Di hevdîtinan de hate gotin ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd muxatabê herî girîng birêz Ocalan e, Ocalan sermuzkarevan e û girîng e tecrîd were rakirin.”
 
Hewldanê Edaletê, destnîşan kir ku hem Tifaqa Cumhur hem jî partiyên muxalefetê tecrîda li Girtîgeha îmraliyê qebûl kirine, hevdîtin li Îmraliyê hatine kirin û bi vê yekê re qismekî xebatên wan gihiştine armanca xwe lewma Hewldana Edaletê xebatên xwe bi dawî dike. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tecrîda li Girava îmraliyê didome û hem îktîdar hem jî muxalefetê fêm kir ku di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatabê esasî birêz Ocalan e û birêz Ocalan sermuzakerevan e. Tişta ku divê niha were kirin ew e ku muxalefeta siyasî û civakî bi giştî ji bo bidawîkirina tecrîda li îmraliyê, ji bo şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên birêz Ocalan têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em xebata xwe bi dawî dikin lê em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan, aştî û edaletê bibiryar bidomînin.” 
 

Sernavên din

24/02/2025
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin