ENQERE - Kesên di Komkujiya Gar a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dayin di meha 14’emîn a komkujiyê de bi daxwaza edaletê hatin bibîranîn.
Hêzên Ked û Demokrasiyê di 10’e cotmeha 2015’an de xwestin li Qada Sihhiyeyê ya Enqereyê mitînga “Aştî û Demokrasiyê” li dar bixin. Girse ji bo ber bi qadê ve bimeşe li Qada Garê ya Enqereyê kom bû. Di vê navberê de endamên DAIŞ’ê bi bombeyan êriş kirin û komkujiyeke mezin kirin. Di komkujiyê de 104 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di meha 114’emîn a komkujiyê de hatin bibîranîn. Bîranîn, ji hêla Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ve di saeta komkujî pêk hatî de hat lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Beşdaran, bi dirûşma “10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” berz kirin.
‘BERPIRSYARÊN SEREKE NAYÊN DARIZANDIN’
Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Berdevkê Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îhsan Seyhan axivî û got: “Berpirsyarên sereke nayên darizandin. Malbatên xwedî êş di vê pêvajoyê de gelek caran hatin darizandin. Em tevek rewşên ku li qesrên edaletê tên vehêlandin û paşguhkirin dibînin. Heta ku berpirsyarên sereke tên darizandin em ê li vir bin. Dê têkoşîna xwe bidomînin, hevalên xwe yên hatin qetilkirin bi bîr bînin û xeyalên wan mezin bikin. Têkoşîna me didome. Em di 10’ê her mehê li vir in û dê ew alên aştiyê li vî welatî li ba bibin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat jî ev tişt anî ziman: “Em ê li ser zemîneke ku maf û azadiyên sereke yên her kesî hatin misogerkirin, kesek ji ber fikr, nasname û baweriyên xwe rastî cihêkariyê nayên, her kes xwedî mafê hemwelatiya wekhev, her kes dikare li hiqûqa xwe bigere, hesabê bipirse û daxwaza edaletê dike alaya aştiyê bilind bikin.”