NAVENDA NÛÇEYAN - CPT tevî ku çû serdana gelek girtîgehên li Tirkiyeyê jî neçû Girtîgeha Îmraliyê ku bi tecrîdê re di rojevê de ye.
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Mimaleya Xerab a Ewropayê (CPT) di navera 7-11’ê Nîsanê de çû serdana hinek girtîgehên li Tirkiyeyê û navendên binçavkirinê.
Li gorî nûçeya ANF’ê; CPT’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan Girtîgeha Îmraliyê daxilî bernameya xwe ya serdanan nekiriye. Di şandeya CPT’yê de Serokê CPT’yê Alan Mitchel, pisporên weke Nico Hirsch, Therese Rytter, Juan Carlos û gelek kesên din jî hebûn.
Komîteyê, di daxuyaniya xwe de got ku armanca esasî ya serdana wan, nirxandinên têkildarî miameleya xerab a li dijî kesên ji 19’ê Adarê ve ye hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Munîr Karaloglû, Serokê Giştî yê Girtîgehan Enîs Yavuz Yildirim, Cîgirê Midûrê Giştî yê Emniyetê Omer Urhal û gelek rayedarên din re hevdîtin hatine kirin û agahiyên ewil bi rayedaran re hatine parvekirin.
Hat gotin ku li gel navendên binçavkirinê yên sereke yê li Stenbolê, di heman demê de çûne serdana Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê, girtîgehên Hejmar 1, 2, 3, 4, 5 ên bi Tîpa M’yê yên Marmarayê, Girtîgeha Jinan a Marmarayê û Girtîgeha hejmar 2 ya Sîncan a Marmarayê.
CPT, herî dawî di sala 2022’yan de çûbû serdana Girtîgeha Îmraliyê lê rapora xwe bi raya giştî re parve nekiribû.