STENBOL - Rojnamegeran bertek nîşanî cezayê hefsê yê li rojnameger Necla Demîr Arvas hatiye birîn dan û gotin mafê agahîgirtinê yê gel hatiye astengkirin.
Danişîna ewil a doza rojnameger Necla Demîr Arvas ku girtî ye, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Dadgehê salek û 13 meh cezayê hefsê da û Necla Demîr Arvas tehliye kir. Nûnerên DFG, MKG, DÎSK Basin-Îş’ê û MLSA’yê li pêşiya Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî tev li daxuyaniyê bû.
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek di daxuyaniyê de got ku cihê rojnamegeran navendên nûçeyan e lê her tim li edliyeyê ne. Çîçek, ev yek weke şerma Tirkiyeyê pênase kir, diyar kir ku dê dev ji parastina heqîqetê bernedin û got: “Rojnamegerî sûc nîne.”
Endama MKG’ê Dîren Yurtsever jî anî ziman ku rojnamegerî, çêkirina nûçeyan û pirsên ji mêvanan tên kirin sûc nînin û got: “Em ê dev ji teşhîrkirina bêhiqûqiyan bernedin û wiha bi dawî kir: “Mafê agahîgirtinê yê gel tê binpêkirin. Em ê dev ji parastina vî mafî û azadiya çapemeniyê bernedin. Çapemeniya Azad tu caran serî netewand. Rojnamegerên jin hêviya Tirkiyeyê ne.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.