MELETÎ - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di hevdîtina jinan a li Meletiyê de got ku hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike, jin in.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Di avakirina aştî û civaka demokratîk de hevdîtina bi jinên Elewî re” de li kafeyeke li navçeya navendî ya Meletiya Kevin a Meletiyê bi jinan re civiya. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û gelek jin tev li bûn.
Halîde Turkoglû di hevdîtinê de axivî û got ku pêvajoya kûrewî ya diguhere bandorê li jiyan û têkoşîna jinan dike. Halîde Turkoglû, got: “Her hevdîtina me ya bi jinên Elewî re ji bo me gelek biqîmet e. Bi taybet jî em ê li ser biaxivin ka jin dikarin çi bikin. Di pêvajoyên şer de herî zêde jin dibin hedef, mafên wan tên xespkirin, mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin. Di pêvajoyên çareseriyê de jî nahêlin beşdarî pêvajoyên aştî û diyalogê bibin. Em dizanin ku bi şer re ked, nasname, ziman û baweriyên me dibin hedef. Lê çi dibe bila bibe em jin dixwazin di nava vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de cih bigirin û bibin kirdeya pêvajoyê.”
ZIMANÊ SIYASETÊ
Bi domdarî Halîde Turkoglû destnîşan kir ku weke meclisa jinan bi sazî û jinên ji îdeolojiyên cuda re hevdîtin kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Pêdiviya vê civakê jî bi guherîneke demokratîk heye. Jin wî mafî di xwe de dibînin ku kesekî/ê bikujin. Dema qetil dikin jî bi rehetî digerin ji ber ku dizanin ku nayên darizandin. Cînayetên jinan bi vî awayî ne. Meseleya yekzimanî, yekmiletî, yekolî, yekzayendî ya dewletê jî eleqeya xwe bi vê re heye. Di esasê xwe de dema tiştekî ava dike her tim berê gel dide hev û hin kesên din înkar dike. Pirsgirêka me li rexekî demokratîkbûna dewletê û li rexa din jî guherîna demokratîk a civakê ye. Hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike jî jin in. Di esasê xwe de jin dikarin civakê biguherînin. Her ku jin dibin kirdeya siyasetê, zimanê siyasetê jî bi awayekî diguhere. Her ku jin beşdarî rêveberiyê dibin, ew taybetiyên hiyerarşîk ên ên rêveberiyê jî diguherin. Lewma em banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê weke firsendekî dibînin. Em dixwazin vê firsendê ji berê jinan ve binirxînin. Ev yek ne tenê bi herêman û navendê bisînor e. Li hemû qadên xebatê, ji bo hemû avadaniyên jinan re pêş bikeve. Avadaniyên jinan ên sendîkayan, avadaniyên jinan ên di qada hiqûqê de têkoşîna maf dimeşînin, li qada baro û kedê, yên di têkoşîna ekolojiyê de cih digirin û têkoşîna hemû jinên ji derdorên cuda em bi awayekî beşdarî vê pêvajoyê bikin, gelo em dikarin çi bikin em ê li ser vê biaxivin.”