Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

  • rojane
  • 15:50 21 Nîsan 2025
  • |
img

STENBOL - Şandeya DEM Partiyê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya. 

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. 
 
Şande, beriya nîvro ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Şandeyê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji giravê vegeriya. Nehat zanîn ku ka şandeyê bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî hevdîtin kiriye yan na. 
 
HEVDÎTINÊN ÎMRALIYÊ  
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin. Salên dirêj e ku hevdîtina Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin. 
 
Abdullah Ocalan, piştî 44 meh ên rewşa agahînegirtina mutleq, di 23’yê Cotmeha 2024’an di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi biraziyê xwe Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir. 
 
Piştre jî destûr hate dayin ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Prtiyê biçe serdana Îmraliyê. Şandeya DEM Partiyê di 28’ê Kanûna 2024’an, di 22’yê Çileyê û di 27’ê Sibatê de bi giştî 3 caran çûn serdana Îmraliyê. Di hevdîtina ewil de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê cih digirtin. 
 
DI HEVDÎTINA 3'YEMÎN DE BANG HATE KIRIN 
 
Di hevdîtina sêyemîn de li gel Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, her wiha Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol û siyasetmedar Ahmet Turk jî cih girtin. Di hevdîtina li Îmraliyê de girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî tev li bûn.
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 27’ê Sibatê de tevî endamên Şandeya Îmraliyê û hevalên xwe yên girtî, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. 
 
Abdullah Ocalan û girtiyên din, di çarçoveya destûra Cejna Remezanê de di 31’ê Adarê de bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, birayê Konar Alî Konar, birayê Yildirim Polat Yildirim û xwişka Aktaş Sabîha Aslan tev li hevdîtinê bûn. 
 
SIRRI SUREYYA ONDER TÊ TEDAWÎKIRIN 
 
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di çarçoveya pêvajoyê de di 10’ê Nîsanê de bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin. 
 
Li bendê bû ku endamên şandeyê piştî hevdîtinê biçin Îmraliyê. Lê belê ji endamên şandeyê Sirri Sureyya Onder di 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Onder, hêj jî li Stenbolê li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.
 

Sernavên din

15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin
09:51 Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
09:34 Oral ê ku 30 salan girtî ma: Divê pêvajo bê lezandin
09:18 Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê: Têkoşîn hêj nû dest pê kir
09:05 Jin li Amedê xwe ji bo 31’ê Gulanê amade dikin
09:02 Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
09:02 Biryara emsal a dadgehê: Walî nikare hemû çalakî û bernameyan qedexe bike
09:00 ROJEVA 27’Ê GULANA 2025’AN
26/05/2025
22:00 Rêveberiya Xweser ji bo Kampa Holê bi îktîdara Şamê re li hev kir
21:53 Di doza Narîn Guranê de cezayên hatibûn dayin hatin erêkirin
17:08 Li dijî avahiya DEM Partiyê bi keviran êriş hate kirin
16:01 Tehliyeya Yakût ji bo 6 mehan hat taloqkirin
15:55 Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan'
14:17 Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê ev pêvajoya heyî neyê pûçkirin
13:47 Parêzerê dosyaya Cizîrê Demîr: Em li benda biryareke lez û adilane ne
13:34 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê tavilê gavên hiqûqî bên avêtin
13:15 Xwebûn bi manşeta ‘Wayûbiryîya huqûqî’derket
12:15 DMME’yê ji bo Cizîrê ji Tirkiyeyê parastin xwest
12:06 Qada siyasetê vê hefteyê dê germ bibe
11:21 Abdullah Ocalan: Em dawî li îsyanê tînin, bêyî biryara parlamentoyê wê çawa bibe?
10:40 Di hilbijartinên Venezuelayê de dîsa partiya Maduro bi ser ket
10:24 Ji ber astengiya walîtiyê derxistî bi dehan ajel mirin
09:50 Kesên di lêpirsîna ÎBB’ê de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
09:43 Îsraîlê êrişî dibistanê kir: Herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:26 Endamê CPT’yê Osman: Êrişên Tirkiyeyê pêvajoyê asteng dikin
09:12 Li Amedê dê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’ bê lidarxistin
09:11 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû ku ji sedî 92 astengdar e giran dibe
09:08 Abdulhakîm Daş: Divê pirsgirêka Kurd li ser bingeheke wekhev bê çareserkirin
09:07 Parêzerê girtiyê nexweş Tekîn: Em ji jiyana wî bi fikar in
09:05 Laura Castel: Divê Abdullah Ocalan serbest bê berdan
09:02 ‘Heta ku Kurdî rizgar nebe, azadiya ramanê pêk nayê’
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2025'AN
25/05/2025
22:28 Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê bi konserekê bi dawî bû
20:03 Kongreya Asayî ya 23’yemîn a KNK’ê bi dawî bû
16:13 Leyla Guven: Divê dewlet bi avêtina gavan jidiliya xwe nîşan bide
14:55 Li Dêrsimê welatî pev çûn: Serokê Cemxaneyê Yaşar Seyrek hate kuştin
14:34 Altûn ê piştî 30 salan hatibû berdan li warê xwe bi coş hat pêşwazîkirin
12:49 Tulay Hatîmogûllari: Ne tenê Kurd, pêdiviya 86 milyon welatiyan bi aştiyê heye
12:40 TSP’ê ji bo berdana Koç bang kir
12:35 Jin ji bo civaka demokratîk li ser rêveberiyên herêmî axivîn
12:02 Zeynep Mûrad û Ahmet Karamus dîsa wek Hevserokên KNK’ê hatin hilbijartin
12:00 Ji KNK’ê deklarasyona hevpar: Bi konferansa neteweyî em hêzên xwe bikin yek
11:06 Serokê Baroya Rihayê: Ji bo aştiya civakî divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
10:46 Nehiştin şandeya tenduristiyê ya Îtalyan biçe serdana Şengalê
10:31 Kane: Ger li Tirkiyeyê Kurd azad nebin, kes ne azad e
10:30 Kovara Jinê bi manşeta ‘Bedêl, bîr, berxwedan’ derket
10:22 Mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê: Dozger tiştekî zelal nabêjin
10:10 Bakirhan: Hiqûqa xwişk-biratiyê dê bi pratîka Meclisê teşe bigire
09:37 Melda Onur: Divê STO jî di komîsyona li Meclisê de cih bigirin
09:05 Dayika ku 6 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan: Me zarokên xwe yên herî baş defin kir
09:05 Dayika Haci Lokman Bîrlîk: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
09:02 Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê: Divê bernameyên bi vî rengî zêde bibin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Akdogan: Bila bi sererastkirina hiqûqî ve dayik bighîjin zarokên xwe
09:00 ROJEVA 25’Ê GULANA 2025’AN
24/05/2025
16:51 Xwegihandina X hat astengkirin
16:51 Li 3 bajaran çalakî: Bila Kurdî bibe fermî û zimanê perwerdeyê
16:23 Di sala 1994 'an de hat girtin û piştî 31 salan hat berdan
16:18 Ji bo 3 girtiyan hişyarî: Nikarin li girtîgehê jiyana xwe bidomînin
15:44 Erdogan û Şera li Enqereyê civiyan