NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê, ji ber barînên zêde gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyar kir û xwest welatî tevdîran bigirin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 2’yê Gulanê aşkera kir. Midûriyetê, ji bo 16 bajaran bi koda zer hişyarî kir û got ku li bendê li Stenbol, Afyon, Denîzlî, Mûgla, Edene, Antalya, Burdur, Hatay, Enqere, Eskîşehîr, Konya, Nevşehîr, Bolu, Duzce, Sînop, Zonguldak, Amasya, Rîze, Samsun, Trabzon, Meletî, Dîlok û Semsûrê barîneke zêde bibare.
Midûriyetê ji bo van bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyarî kir: Çewlik, Bedlîs, Xarpet, Amed, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Riha, Wan, Şirnex û Erdexan.