NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Bilind a Parastinê ya Lubnanê ji ber roketên di dîrokên cuda de avêtine Îsraîlê, hişyarî da Hamasê.
Li gorî nûçeya rojnameya L’Orient El Jourê, Konseya Bilind a Parastinê ya Lubnanê, diyar kiriye ku bikaranîna axên Lubnanê ji aliyê Hamasê ve bi armancên leşkerî wê ewlehiya welêt bixe nava xeteriyê û got ku li dijî çalakiyên bi vî rengî wê “tevdîrên xurt” bên girtin. Hat ragihandin ku hin kesên girêdayî rêxistinê hatine binçavkirin û di hefteyên bê de wê pêvajoya darizandina wan destpê bike.
Serokê Dewletê Joseph Aoun got: “Lubnan bi tu awayî wê nebe zemîna platforma faeliyetên bêîstikrariyê.” Serokwezîr Newaf Salam jî destnîşan kir ku divê çekên neqanûnî bên danîn û bal kişand ser Peymana Taîfê.