AMED - Kedkarên li Amedê daketin qada 1’ê Gulanê diyar kirin ku xizaniya heyî encama şer e û gotin divê dewlet ji bo pêşketina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd gavan biavêje.
Duh li gelek bajaran bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hate pîrozkirin. Yek ji navendên pîrozbahiyan jî Amed bû ku bi hezaran kes tev li bûn. Mitînga li Amedê bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em li qadên 1’ê Gulanê ne” hate lidarxistin. Di mitîngê de karker û kedkaran nerazîbûna xwe ya li dijî kedxwariyê anîn ziman, bertek nîşanî budçeya ji bo şer tê veqetandin dan û peyama xwedîderketina li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dan.
TEXRÎBATÊN QEYÛMAN RÊ LI BER VEKIRINE
Kedkarên li qadê xwedî li peyamên di mitîngê de hatine dayin derketin û gotin ku ew xwedî li “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin. Ji kedkaran Rewşan Karademîr diyar kir ku ew ê têkoşîna kedê bidomînin û got: “Em kedkar û karker êdî di ferqê de ne ku bi zextên pergalê re encamek nayê bidestxistin. Bi taybet jî di 8 salên serdema qeyûman de ji bo karkeran rê li ber texrîbatên mezin vebûn. Bi pariyê nanê mirovan lîstin.”
DAXWAZA AZADIYA OCALAN
Rewşan Karademîr, destnîşan kir ku tekane daxwaza karkeran aştî ye û got ku li cihê aştî lê hebe demokrasî, li cihê demokrasî lê hebe jî azadî heye. Di dirêjiya axaftina xwe de Rewşan Karademîr bi lêv kir ku wan qada mitîngê bi ruhê têkoşîna aştiyê tije kirine û ev tişt anî ziman: “Em karker, piştgiriyê didin ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Abdullah Ocalan. Em bi vê coşê li qadan bûn. Divê êdî dewlet jî gavên şênber biavêje. Hewceye tecrîd were rakirin û birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.”
'HEWCEYE DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
Ji beşdarên mitîngê Bedrî Gulter jî da zanîn ku ew ji bo nerazîbûna xwe ya li dijî şer bîne ziman tev li mitîngê bûye û got: “Ji ber ku di şerê bi sala ye didome de herî zêde kedkar hatin eciqandin. Di hemû şerên li cîhanê de kedxwarî li kedkaran tê kirin. Ji ber ku çavkaniyên hemû welatan ji bo şer tên veqetandin. Ev jî dike ku kedkar bibin mexdûrên şer. Lewma heke em bizanin ku pir hindik jî be dê ji bo pêvajoya aştiyê sûdewer bin, em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin.”
Gulter, got ku pêvajoya heyî bi ked û hewldanên Abdullah Ocalan gihiştiye vê rojê û wiha pê de çû: “Lêbelê pêvajo yekalî pêş dikeve. Hewceye dewlet gavan biavêje ji ber ku aştî ji her kesî re lazim e.”
'HEKE ŞER BI DAWÎ BIBE DÊ ABORÎ PÊŞ BIKEVE’
Mehmet Arancak jî daxuyand ku şer herî zêde bandorê li karker û gel dike û rê li ber xizaniyeke mezin vedike. Arancak, got: “Xizanî jî rê li ber trajediyên mezin vedike. Hewceye dewlet bi aqlê selîm nêzî pêvajoyê bibe, gavan biavêje û vî şerî bi dawî bike. Heke şer bi dawî bibe, dê aborî pêş bikeve û her kes bi aştiyane û aram bijî.”
Denîz Koçeroglû jî got ku di şer de ji ewil kedkar ji mercên neyînî bibandor dibin û hêvî kir ku aştî û xwişk-biratî di demekî herî nêz de çêbibe.