ÎZMÎR - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê têkildarî wefata Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan û gotin: “Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin.”
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê têkildarî Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Bayrakliyê daxuyanî dan. Rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) jî tev li daxuyaniyê bûn.
Ji endamên înîsiyatîfê Beyhûde Kurt, sersaxî ji malbata Onder û gelê Kurd re xwest. Beyhûde Kurt, diyar kir ku Onder ji bo aştiyê kedeke mezin da û got: “Qasidê aştiyê bû. Jiyaneke bişeref û birûmet jiya. Lewma çi ji bo wî were gotin dê kêm bimîne. Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî dev ji xeyalên aştiyê berneda. Tenduristiya xwe dabû aliyekî û ji bo aştiyê têdikoşiya.”
'DIVÊ FIRSENDA AŞTIYÊ JI DEST NEYÊ DAYIN’
Beyhûde Kurt, anî ziman ku ji bo aştiyê tenê yek saniyeyeke ku winda bikin tune ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo aştiyeke birûmet û ji bo dayik êdî negirîn tişta ji dest tê em ê bikin. Divê kesên aştiyê dixwazin operasyonan bidin sekinandin. Divê ew jî bi destê aştiyê yê Sirri Sureyya Onder bigirin. Kurd, Tirk û hemû gel divê ji bo aştiyeke birûmet bi rola xwe rabin. Tu xêra şer ji bo tu kesekî nîne, divê hemû gelên cîhanê ji bo aştiyê têbikoşin. Hewceye firsenda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Odalan ji bo aştiyê afirandiye ji dest neyê dayin. Divê şer demildest bê bidawîkirin û aştî çêbibe. Li rexekî aştî li rexa din operasyon û bombebaran nabe. Divê çekên kîmyewî û qedexe neyên bikaranîn. Aştî ji bo hemû gelan pêwîstî ye. Divê em bi xwişk-biratî di nava aştiyeke birûmet de bijîn.”