BEDLÎS - Danişîna doza rojnameger Mehmet Şah Oruç hate taloqkirin.
Rojnameger Mehmet Şah Oruç di 25’ê Nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amedê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Oruç, di 31’ê Cotmeha 2023’yan de jî hatibû berdan. Danişîna doza Oruç ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê hat lidarxistin. Oruç, beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Temur jî hincet nîşan da û tev li nebû.
Danişîna dozê taloqî 14’ê Cotmehê hate kirin.