ENQERE - Nivîskar û aktîvîstê Gretchen Dutschke-Klotz ji bo banga Ocalan daxuyaniyeke piştevaniyê da û got, "Divê hemû astengiyên li pêşiya tevlîbûna aktîf a gelê Kurd li nava siyaseta demokratîk bên rakirin û yekİtiyeke aştiyane û dilxwaz a navbera gelan bê avakirin."
Gretchen Dutschke-Klotz peyama piştgiriyê ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weşand. Di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya pêvajoya muzakereyê ya di navbera Abdullah Ocalan û Tirkiyeyê de dewam dike û vîna gelê Kurd a ji bo hevgirtinê nirxand. Di daxuyaniya Dûtschke-Klotz de wiha hat gotin: "Pêvajoya muzakereyê ya di navbera Abdullah Ocalan û Komara Tirkiyeyê de dewam dike bi nirx dibînim û vîna gelê Kurd a di mijara jiyana hevpar û civaka demokratîk de rast dibînim. Divê hemû astengiyên li pêş tevlîbûna aktîf a gelê Kurd a li nava siyaseta demokratîk bên rakirin û di nava gelan de yekîtiyeke aştiyane û dilxwaz bê avakirin. Têkoşîna we ya ku pêşî li wekheviya zayendî û ekolojiyê digire, îlhamê dide me hemûyan. Ez hêvî dikim ku hewldanên Ocalan vala neçin. Lê divê ev derfet bê bikaranîn. Ji ber vê yekê, ji ber ku dikare pêşengiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û heta Sûriyeyê bike, ez bawerim ev yek gelekî baş e. Hêviya me ji van welatan di vî alî de ye. Ev jî ji bo demokratîkbûna wan fersendek e.”
Dutschke-Klotz tevî hevserê xwe Rûdî Dûtschke li Rojavayê Almanyayê pêşengiya Tevgera Ciwanan a 1968’an dikir û di nava Yekîtiya Xwendekarên Sosyalîst (SDS) û mûxalefeta berfireh a li derveyî parlementoyê ya li Komara Federal de aktîf bû.