ŞIRNEX - Mele Saît Ozdemîr bertek nîşanî êrişî şînên HPG’iyan û binpêkirina mafê şîngirtinê yê malbatan da û got ku di hemû baweriyan de şîngirtin maf e û hem ji hêla hiqûqî hem jî ji hêla olî ve sûc tê kirin.
Binpêkirinên li dijî mafê şîngirtinê yê malbatên zarokên xwe di têkoşîna azadiyê ya Kurd jiyana xwe ji dest dane, didomin. Şînên ji bo endamên HPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, ji hêla emniyetê bi awayekî keyfî tên astengkirin. Endamê HPG’ê Adem Gok (Nizar Cizîrî) di 1’ê Îlona 2019’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û malbata wî di 8’ê Tebaxê de xwest li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê şînê dane. Lêbelê polîsan bi ser mala şînê de girtin, mafê şîngirtinê yê malbatê û rêzgirtina li dijî bîranîna kesê jiyana xwe ji dest daye binpê kirin. Polîsan, malbat bi awayekî derhiqûqî ji mala şînê derxist. Rojek piştre jî tacîza polîsan a li dijî konê malbatê ji bo şînê li ber deriyê malê vegirtibû domiya.
Mela Saît Ozdemîr (65), diyar kir ku astengkirinên li dijî cenazeyan û bîranîna miriyan ne di ola Îslamê de ne jî di hiqûqê de cihê wê nîne.
‘MISILMANTÎ LI KU MA?’
Bi domdarî Ozdemîr da zanîn ku di hemû ol û baweriyan de şîn tiştekî pîroz e û got: “Ji Hz. Adem heta roja me di tu ol û baweriyan de şîn nehatine astengkirin û pêşiya kesên çûne şînê nehatiye girtin. Bawerî çi dibe bila bibe divê rêz ji şînan re bê girtin. Xwedê, di Qur’anê de dibêje; ‘Me hûn ji mêr û jinekê afirand; piştre jî ji bo hûn hevdu nas bikin, weke milet û qebûle ji hev cuda kir.’ Li gorî vê ayetê, wê demê Misilmantî li ku dimîne? Ziman, ol û baweriya wan çi dibe bila bibe mafê her kesî yê şîngirtinê heye. Tiştên niha tên kirin, li gorî ola Îslamê guneh in. Ev tiştên bi navê olê tên kirin li dijî olê ne. Bila Diyanet li ayetên Xwedê binêre. Em tu kesekî înkar nakin, rêzê ji bo hemû zimanan digirin. Heke Xwedê bixwesta dê hemû kesan weke yekbawerî, yekziman û yekol biafiranda. Em kesên li dijî vê tevdigerin şermezar dikin.”
‘NABE KU MALA ŞÎNÊ WERE GIRTIN’
Bi domdarî Ozdemîr anî ziman ku her kesên ji xwe re dibêjin “Ez Misilman im” divê rêzê ji bo mafê şîngirtinê bigire û wiha pê de çû: “Em, rêzê ji bo hemû mirovan digirin, naxwazin tu kesek bimire. Îroj astengkirina şînan ne tenê ji hêla olê ve, li gorî hiqûqa hemdem jî sûc e. ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ heye. Em banga ‘bila kesek nemire’ dikin lê çima şînên me tên astengkirin? Mizgeft, malên Xwedê ne, ma dibe li xelkê mazlum werin girtin? Ew mizgeft, malên mirovahiyê ne. Yên ku divê rehmê li mirovan bikin, zilmê lê dikin. Nabe ku mala şînê li tu kesekî bên girtin, ev rewş zirarê dide pêvajoyê. Divê Meclisê berê xwe bide gel û bertekê nîşanî van tiştên li ser navê olê tên kirin bide. Mafê her kesekî heye ku cenazeyê xwe defin bike, şîna xwe deyne û divê ev neyê astengkirin. Dema kesek mir, çi kiribe bila kiribe hewceye rêz jê re were girtin; ol wisa dibêje. Her kes evdê Xwedê ye. Dibe ku bawerî û îdeolojiyên me ji hev cuda bin lêbelê dema em mirin, em tevek evdên Xwedê ne. Kesên şînan asteng dikin sibe dê çawa biçin hizûra Xwedê? Bana min li wan ew e ku bi Qur’anê bikin.”
‘GUNEHA HERÎ MEZIN E’
Ozdemîr, diyar kir ku divê “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” têkildarî astengkirina mafê şînê û sûcên li dijî bîranîna miriyan lêkolînê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev yek ji bo aştî û xwişk-biratiyê mecbûriyet e. Bila li her çar pirtûkên pîroz binêrin, di tu yek ji wan de sepaneke wiha tune ye. Îroj li Cizîrê mirov nikarin şîna xwe deynin. Kesên van sepanan dikin jî îdia dikin ku bi navê Îslamê wiha dikin; lê yên şîna wan tê astengkirin jî Misilman in. Bila li hiqûqa gerdûnî binêrin, di tevan de ev kiryar sûc e. Li gel astengkirina cenaze û şînan, salên dirêj gorên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane tên texrîbkirin û rûxandin. Divê dev ji van sepanan berdin. Divê rêzê ji bo bîranîna miriyan bigirin. Di Îslamê de cihê rûxandina goran tune ye. Dibe ku wekî te nefikirim lê êrişa li dijî cenazeyan guneha herî mezin e. Ev yek bi qasî kuştina mirovekî guneh e. Hewceye mele rastiyan bibêjin. Mirov, ji ber ku bi rastiyê diaxivin lewma rêzê ji mele û aliman re digirin. Heke di vê meseleyê de bêdeng bimînin û tişta pêwîst nekin, wê demê dibin şirîkê sûc. Weke melayekî ez pê mikelef im ku rastiyan bibêjim. Nexwe sibe du sibe ez ê di hizûra Xwedê de hesabê vê bidim.”
MA / Emrullah Acar