ŞIRNEX - Li Cizîrê bi sedan kes ber bi cihê şîna endamê HPG’ê Ferhat Tunç ku cenazeyê wî 8 sal piştre hate definkirin ve meşiyan.
Endamê HPG’ê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) di 30’ê Hezîrana 2017’an de li herêma Herekolê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tunç, piştî 8 salan duh li warê wî navçeya Cizîrê ya Şirnexê di bin êrişa polîsan de hate definkirin.
MEŞA GIRSEYÎ
Gelek kes bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê kom bûn û ber bi cihê şînê ya li Taxa Nûrê ve meş li dar xist. Di meşê de çalakvanan dirûşmên “Şehîd namirin”, "Bi can bi xwîn, em bi te re ne ey Serok" berz kirin. Polîsan pêşiya girseyê girt û berîqet danî. Girseyê jî berîqet derbas kir û ber bi mala şînê ve meşiya.
Piştî meşê, wêneyê Tunç bi deriyê mala şînê ve hate hilayîstin. Piştre jî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
'MAFÊ ŞÎNÊ TÊ ASTENGKIRIN’
Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz di şînê de got ku Emniyeta Cizîrê mafê şîngirtinê bi awayekî keyfî asteng dike û got: “Em ji bo êşa malbatê parve bikin li vir in. Emniyeta Cizîrê bi roja ye di nava hewldanên provokasyonê de ye. Gelo Emniyeta Cizîrê girêdayî kê ye? Ma dê hesabê vê provokasyonê neyê pirsîn? Gelê Kurd xwedî li şehîdê xwe derdikeve. Ev sed sal in hûn diceribînin lê we nekarî bi ser kevin. Em, êrişa duh li goristanê li dijî cenazeyê hatiye kirin şermezar dikin. Gelê Botanê tu caran serî netewand û dê ji vir şûnde jî netewîne. Ji bo aştî û azadiyê em ê heta dawiyê têbikoşin.”
DAYIK TUNÇ: EM AŞTIYÊ DIXWAZIN
Dayika Tunç, Rihan Tunç jî got: “Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kesek bimire. Ne dayikên leşkeran ne jî yên gerîlayan bila negirîn. Serê birêz Ocalan sax be. Bila ev dawî be.”
Girseyê, bertek nîşanî polîsên dîmenên mala şînê dikişînin da. Girseyê nehişt polîs dîmenan bikişînin û ji qadê dûr xistin.
Girse, piştî xwendina duayan bi dirûşma “Ey şehîd rêya te rêya me ye” ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşiya.