NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneyên bejahî yên Îsraîlê li herêma nêzî paytexta Sûriyeyê Şamê operasyoneke bejahî kir.
Li gorî medyaya dewletê ya girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, hêzên Îsraîlê li dijî tesîseke du caran hatibû bombebarankirin, operasyoneke bejahî li dar xist. Herêma behsa xeberê jî li nêzî Kesvehê cih digire. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, di êrişa ewil a di roja sêşemê de 6 leşkerên Şamê hatin kuştin. Piştî êrişa duyemîn a di roja çarşemê de jî yekîneyên Îsraîlê bi helîkopteran li herêmê hatin bicihkirin.
SOHR: OPERASYONA EWIL A BEJAHÎ
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku girêdayî Ingilistanê ye, diyar kir ku ji Kanûna 2024’an roja Beşar Esad hatiye têkbirin heta niha cara ewil e Îsraîl li Sûriyeyê operasyoneke bejahî li Sûriyeyê dike. SOHR’ê, ragihand ku li cihê operasyon lê hatiye kirin çekên Hîzbullahê hatine dîtin û di nava tesîsê de avahiyên aydê tumena leşkerî ya 44’emîn a Şamê hebûn.
Li gorî nûçaya ajansa fermî ya Şamê SANA’yê jî hêzên Şamê beriya êrişên hewayî li herêmê “cîhazên guhdarkirin û çavdêrîkirinê” bi dest xistine.
KATZ: HÊZÊN ME LI HEMÛ ENIYAN E
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî bal kişand ser operasyona li Sûriyeyê û got: “Hêzên me ji bo parastina Îsraîlê, bi şev û roj li hemû eniyan dixebitin.”