NAVENDA NÛÇEYAN - Di 8 mehên ewil ên salê de li Herêma Federe ya Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin.
Li gorî daneyên Rojnewsê berhev kiriye, di 8 mehên ewil ên sala 2025’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin û 17 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Hat bibîrxistin ku par jî li Herêma Federe ya Kurdistanê 39 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeyê, ji sala 2019’an ku Mesrûr Barzanî bûbû serokê hikûmeta Kurdistanê heta niha îstatîstîkên fermî yên têkildarî cînayetên jinan bi raya giştî re nayên parvekirin.
Rojnewsê, da zanîn ku ji ber hişmendiya paşverû ya civakê, parastina kujeran a ji aliyê desthilatê ve, nebûna serweriya yasayê, destwerdana di nava karên dadgehê de û nehiştina encambûna dozên kuştinên jinan, bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin.