AMED - Di SûrFestê de ku ji aliyê KASED û Şaredariya Sûrê ve tê lidarxistin, kargehên zarokan û konser hatin lidarxistin.
Festîvala SûrFest II ya ku bi pêşengiya Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) û Şaredariya Sûrê ya Amedê tê lidarxistin, duh li gundê Kabê yê navçeyê destpê kir. Di çarçoveya festîvalê de gelek çalakî hatin lidarxistin.
Di festîvalê de ku li Qada Kabê hat lidarxistin, kargeh hatin lidarxistin, qadên zarokan û tiştên destkariyê hatin çêkirin. Her wiha di kargehên jinan de sêwirandina çente û tîşoratn hat çêkirin. Zarok di çarçoveya festîvalê de kêfxweş bûn. Roja ewil a festîval êvarî bi konsera Sorjiyanê bi dawî bû.
Fetsîval îro jî dê li gundê Tilêlekê bidome.