ŞIRNEX - Şaredariya Elkê ya AKP’î, bi dehan jinên biyanî yên ji Çorum, Enqere û Stenbolê anîn navçeyê, bi awayekî derusûlî û bi bedela pereyan zewicand.
Derket holê ku Şaredariya Elkê ya Şirnexê ku di destê AKP’ê de ye, bi bedela pereyan bi dehan jinên biyanî bi hemwelatiyên mêr ên Tirkiyeyê re zewicandiye. Hat zanîn ku R.O. ê li Midûriyeta Zewicandinê ya Şaredariya Elkê dixebite, 45 jinên biyanî yên ji Enqere, Çorum û Stenbolê anîn Elkê, bi bedela 150 hezar TL’an, bi awayekî derusûlî û bi nasnameyên sexte zewicandiye. Hat îdiakirin ku piştî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, R.O. hatiye teqawidkirin.
Di dosyaya lêpirsînê de navê 45 jinan derbas dibe. Lê çavkaniyên me xwe gihandiyê, dan zanîn ku hejmara jinan 75 e.
GEF LI MEMÛRÊN HATINE PEYWIRDARKIRIN HATE XWARIN
Hate îdiakirin ku Midûrê Tapuyê yê Elkê ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû peywirdarkirin, ji ber gefên lê hatine xwarin xwe ji komîsyona lêpirsînê vekişandiye û bi hinceta destûrê vegeriyaye bajarê xwe. Di heman demê de hat îdiakirin ku ji bo lêpirsîn were girtin, li meqamên edlî jî zext tê kirin.
QEYMEQAMTIYÊ DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ KIR
Qeymeqamtiya Elkê jî di 2’yê Îlonê de ji şaredariyê re daxwazname şand. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku di 31’ê Cotmeha 2024’ê de zilamê bi navê M.K. bi hemwelatiya Fasê D.F. re zewicî ye û ev zewac ne li gorî fermana wezaretê ya bi dîroka 29’ê Nîsana 2016’an e. Me daxwazname bi dest xist. Di daxwaznameyê de her wiha tê gotin ku îdia hene ku kirariyên behsa xeberê “bi rêya navbeynkaran bi bedela pereyan hatiye kirin.” Qeymeqamtiyê, xwest ku di çarçoveya van îdiayan û hukmên “Rêziknameya Qanûna Memûrên Dewletê ya Hejmar 657 û Amirên Disiplînê yên Şaredariyê” de der heqê memûrê zewicandinê de lêpirsîna disiplînê ya pêwîst were destpêkirin.
MA / Zeynep Durgut