Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin

  • rojane
  • 12:46 24 Îlon 2025
  • |

MÊRDÎN - Di sala 1993’yan de li Dêrikê di pevçûnekê de 5 PKK’iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Tekane kesê cihê gorên wan dizanî, Cebraîl Vural bû. Vural ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, tevî malbatên PKK’iyan çû serdana goran. 

Di 24’ê Kanûna 1993’yan de li herêma Newalka Mazî yan jî weke Newala Şewlên Fitnê tê zanîn a li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, di navbera PKK’iyan û leşker û cerdevanan de pevçûn derket. Di pevçûnê de PKK’iyên bi navên Ridvan Ortaç (Egîd), Mehmet Koyuncu (Sînan), Fîkrî Îlhan (Mervan), Abdullah Saltan (Zindan) û Ayhan Şengel (Tîrêj) jiyana xwe ji dest dan. Leşker û cerdevanan di êrişê de çekên lavê bi kar anîn lewma cenazeyên PKK’iyan texrîb bûn û parçe parçe bûn. Hem ji ber vê rewşê hem jî ji ber ku cihê pevçûnê cihekî asê bû, cenaze li wir hatin hiştin. Koma PKK’ê ya ji pevçûnê rizgar bû, piştre cenaze defin kir. Bi salan malbatên PKK’iyan tu agahî ji cihên gorên wan negirtin. 
 
Cebraîl Vural ku di nava koma PKK’î de cih digirt û di 16’ê Adara 1994’an de bi birîndarî hatibû girtin, di sala 2013’an de ji malbatan re faksek şand û bi vî awayî cihên goran jî hat zanîn. 
 
Lê ji ber ku herêm cihekî asê bû, xizmên PKK’iyan nekarîn biçin cihên gorên wan. Vural, piştî 30 salan di 26’ê Adara 2024’an de hate berdan. Vural, tevî xizmên endamê PKK’ê Abdullah Saltan çû serdana gorên 5 kesan û herêma bûyer lê qewimî. Cenaze, li cihê herî bilind ê newalê bûn. Vural, yek bi yek navên PKK’iyan got û cihê gorên wan nîşan da. 
 
Vural û malbata Saltan cihê goran sererast kirin û ji bo parçeyeke aydê kesên jiyana xwe ji dest dane bibînin, li herêmê keşf kirin. Di têketina şikeftê de ku îro jê re dibêjin “Şikefta Şehîdan”, nivîsa “PKK” û alaya PKK’ê hatiye xêzkirin. Di şikeftê de parçeyên cilan û hestiyên ku tê texmînkirin ên 5 PKK’iyan e hatin dîtin. Her wiha di hundirê şikeftê de bîrdariyeke ji keviran hatiye çêkirin heye. Li jora şikeftê jî nivîsa bi Kurdî ya “Bijî Kurd, Serok. Di sala 1993’yan de li vê derê 5 heval şehîd bûn”, nivîsa bi Tirkî ya “Guhdar bike welatê min ê hêja (Dinle sevgili Ülkem)” û alayên PKK’ê hatine xêzkirin. Li her devera herêmê şopên PKK’ê hene. 
 
ZÊMARA PIŞTÎ 32 SALAN  
 
Xwişk û birayên Abdullah Saltan, piştî 32 salan cara ewil hatin ser gora birayê xwe. Li ser gorê zêmara “Ez bi qurbana birayê xwe bim, birayê min. Ax birayê min ka mala te birayê min. Tu di bin wan keviran de yî birayê min. Ev çend sal in tu di bin wan keviran de yî birayê min” gotin. 
 
Xezal Saltan Zîncîrkiran ku piştî 32 salan hate serdana gora birayê xwe, got: “Dilê me her tim bi wî re bû. Em her tim li hestiyên wî geriyan. Em niha li ser gora wî ne. Me cihê wî dît. Em keyfxweş in. Xwezî me bikariya cenazeyê wî bibin. Lê îro bi hatina vir jî em gelek keyfxweş in. Heta ku em sax bin dê şehîdên me tu caran ji dilê me dernekevin. Ev 32 sal bûn em bi vê hesretê dijiyan. Şikûr ku me cihê wî dît. Beriya dîtina vê rojê me nedixwest bimirin. Em îro hatin vê derê, êdî mirin emrê Xwedê ye. Êşa 5 şehîdan di dilê me de ye. Me hestiyên birayê xwe nedît lê cihê definkirina wî dît.” 
 
‘LI PEY XWE MÎRASA BERXWEDANÊ HIŞTIN’  
 
Cebraîl Vural ku piştî 32 salan hate serdana herêmê jî hem herêm hem jî taybetiyên wê vegot û ev tişt anî ziman: “Cihên 5 heval lê hatine definkirin ev der e. Ji bo ku jê re bibêjin ‘me hûn ji bîr nekirine’ em hatin vê derê. Her çend dereng jî be ez hatim. 32 sal berê di sersibeha 24’ê Kanûnê di vê şikeftê de lehengiyek hate kirin. Di vî şerî de 5 leheng, 5 pêşeng şehîd bûn. Ev heval tevek jî pêşeng bûn. Leheng bûn. Ji bo gelê xwe, ji bo xak, ziman, çand, bawerî, Kurd û Kurdistanê canê xwe feda kirin. Ji bo me mîrasa berxwedanê, lehengiyê hiştin. Me ew ji bîr nekirine. Em îro tevî malbatên Abdullah Saltan û Zindan hatin vê derê. Bi hatine vê derê em hem xemgîn hem jî keyfxweş in. Di tevahiya dîrokê de êş û xweşiyên Kurdan bi hev re bûne. Îro jî wisa bû. Welatê me parçe bûye, zêhna me, ziman, çand, bawerî, aborî parçe bûne, em tevek parçe bûne. Îro bi saya têkoşîna azadiyê em dibin yek. Bi saya hevalên me yên leheng em îro dîsa dibin yek.” 
 
Vural, bang li hevalên xwe kir û got: “Îro êdî dîplomasiya me heye, artêşa me heye, ji bo vî gelî çi tişt pêwîst bike, ew tevek hene. Bi saya wan û bi hezaran hevalên leheng me îro ev serkeftin bi dest xist.” 
 
MIZGÎNIYA SERKEFTINÊ DA HEVALÊN XWE 
 
Vural, da zanîn ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re ruhê kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane şad e û wiha bang li hevalên xwe kir: “Piştî van bedelên heta niha hatine dayin û êşên hatine kişandin, êdî dem hatiye ku gelê Kurdistanê bikeve nava pratîkê. Ev pêvajo ji bo vê ye. Ev pêvajo dê bimeşe û bi ser keve. Xelkê me pirsa ‘evqas bedel ji bo çi hate dayin’ dike. Em jî dibêjin me ji bo aştiyê şer kir. Ji bo şerê heyî ji holê rakin me şer kir. Ev pêvajo, bi saya van bedelan e û ev bedel ji bo pêşeroja vî gelî ye. Em ji her demê bêhtir bihêz in. Serkeftina me jî ji her demê bêhtir nêz e. Em hatin fînalê. Bila ev mizgîniya min be. Bila mizgîniya ji gelê re me be. Em bi ser ketin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal 
 
 
 
 

Sernavên din

29/09/2025
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin