STENBOL – META-Der, dê ji bo bibîranîna Parlamenterê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê turnuwayê li dar bixe. Dê serlêdanên turnuwayê heta 11’ê Mijdarê bidome. Maça yekemîn dê di 15’ê Mijdarê de bê lîstin.
Komeleya Alîgirên Mezopotamyayê, ji bo bibîranîna Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Şandeya Îmraliyê ‘Turnuwa Futbolê ya Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ li dar bixe. META-DER’ê, têkildarî turnuwayê li Navenda Çand û Hunerê ya Golge (GKSM) ya li navçeya Esenyurt a Stenbolê daxuyanî da. Keça Sirri Sureyya Onder Ceren Onder Kandemîr û endamên META-DER’ê, endamên “Turnuwa Futbolê ya Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder” , nûnerên GKSM’ê, Platforma Girseya Demokratîk (DKP), Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Esenyurtê beşdarî civînê bûn. Di civînê de endamê Komîsyona Turnuwa Futbolê ya Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder Muhammet Aslan axivî û diyar kir ku ji bo aştiya welat turnuwa li dar xistine.
BALKIŞANDINA LI SER AŞTIYÊ
Keça Onder Ceren Onder Kandemîr, diyar kir ku ji ber turnuwayê bextewar e û got: “A ku herî zêde hêviya me geş dike kombûna kesên aştîxwaz e ku me motîve dikin. Ji ver vê yekê ez spasdarê kesên li vir im.”
Axêverên din, di axaftina xwe de bal kişandin ser aştiyê û giringiya turnuwayê û serkeftin ji bo turnuwayê xwestin.