WAN - Salek di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re derbas bû. Ji parêzerên dosyeyê Medîne Tûrantaylakê diyar kir ku ji bilî DNA'ya ku di destpêkê de aîdî du mêrên cuda hatibû dîtin, nimûneyeke xwînê jî li ser tîşortê Rojîn Kabaîşê hatiye tespîtkirin, lê belê hê jî nehatiye tespîtkirin ku DNA û nimûneya xwînê aîdî kê ne.
Mirina biguman a xwendekara pola yekê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê (21), hîn jî zelal nebûye. Piştî ku di 27'ê Îlona 2024'an de ji wargeha derket, tu agahî jê nehat girtin. Cenazeyê wê piştî 18 rojan, di 15'ê Cotmehê de, li Taxa Mollakasimê li peravê Gola Wanê hat dîtin.
Her çiqas salek di ser mirina biguman re derbas bûbe jî, hîn jî biryara nepenîtiyê ya li ser lêpirsînê didome. Ji ber ku ji salvegera mirina Rojîn Kabaîşê re çend roj mane, bi daxwaza Zanîngeha Yuzuncî Yil a Wanê, di 14'ê Îlonê de parvekirinên li ser medyaya sanal hatin astengkirin. Ji parêzerên dosyeyê Medîne Tûrantaylakê têkildarî qewimînan ji ajansa me re axivî.
RAPORA SAZIYA TIBA EDLÎ
Medîne Tûrantaylakê bal kişand ser rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) û got: "Di raporê de sedema mirinê 'xeniqîn' hatiye diyarkirin. Lêbelê, tevî salek derbas bûye jî, hîn jî encameke teqez tune. Di rapora duyemîn a ATK'ê ya ku hatiye xwestin de jî hatiye diyarkirin ku dîroka mirinê bi dîroka windabûnê re hevdem e. Geşedanek din a girîng nimûneyên DNA'yê yên du mêran di laşê Rojîn Kabaîşê de hatin tespîtkirin. Me daxwaz kir ku lêkolînek were kirin ka DNA'ya her du mêran li derê laşê Rojînê hatine tespîtkirin. Lê hê jî der barê cihê DNA'yê de raporek nehatiye pêşkêşkirin."
DOSYE DI KÎJAN ASTÊ DE YE?
Medîne Tûrantaylakê bal kişand ser biryara nepenîtiyê ya li ser dosyeyê û diyar kir ku divê "biryara nepenîtiyê" li gor hiqûqê bê meşandin û wiha domand: "Di esasê xwe de, fermana nepenîtiyê ya li ser dosyeyan tê dayîn tedbîrek e ji bo pêşîgirtina li veşartina delîlan û ji bo pêşîgirtina li gihîştina her agahî yan belgeyên der barê gumanbaran de. Di doza Rojîn Kabaiş de, demeke dirêj, agahî û belgeyên ku ji bo dosyeyê hatine pêşkêşkirin û yên ku ne veşartî bûn jî, ji me hatin veşartin. Her çend me rapora otopsiyê ji dozger xwest jî, em nehatin agahdarkirin ku ew hatiye yan na, lê em ji çapemeniya alîgirê hikûmetê agahdar bûn. Di vê gavê de, piştî ku dozgerê duyemîn hat tayînkirin, sînorkirinên li ser malbat û parêzeran bi awayekî qismî hatin rakirin. Gelek agahdarî û belge bi me re hatin parvekirin, lê daneyên ku di vê qonaxê de bi me re hatine parvekirin bi sînor in."
XWÎNA LI SER ATLETÊ ROJÎNÊ HATIYE TESPÎTKIRIN
Medîne Tûrantaylakê bilêv kir ku piraniya agahiyên ku di çapemeniyê de der barê dozê de hatine belavkirin derew in û got ku tenê agahiyên rast nimûneyên DNA yên her du zilamên di raporê de û xwîna li ser atletê Rojîn Kabaîşê ne. Medîne Tûrantaylakê got: "Lêbelê, ne diyar e ku ev DNA ya kê ye û li ku derê laş e. Xwîna ku li ser atletê wê hatiye dîtin jî nehatiye tespîtkirin aîdî kîjan jinê ye. Ev agahiyên rast in, lê hîn gumanbar nehatiye tespîtkirin."
MIRINÊN BIGUMAN Û BÊCEZATÎ
Medîne Tûrantaylakê bal kişand ser dosyeyên mirinên biguman ên jinan û destnîşan kir ku ji ber ku di destpêka lêpirsînan de tiştên divê bên kirin nehatine kirin ev mirin zêde dibin. Medîne Tûrantaylakê bilêv kir ku di van dosyeyan de delîl tune û bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê ya ku rê li ber van mirinan vedike.
‘TÊKOŞÎNA ME LI DIJÎ NECEZAKIRINÊ YE'
Medîne Tûrantaylakê ku got "Di vê qonaxê de ne mimkûn e ku mirov bibêje ku dosyeya Rojîn Kabaîş ber bi bêcezatiyê ve diçe" û wiha domand: "Têkoşîna me ya sereke ew e ku em piştrast bikin ku di dozê de polîtîkaya bêcezatiyê nayê sepandin. Divê em sûcdarên rastîn bibînin û fêr bibin ka çi bi serê Rojînê hatiye. Di vê qonaxê de, divê em bersiva pirsên ku em li bendê ne bidin. Bi rastî, ji bo me girîng e ku em bersiva rapora edlî ya ku em li bendê ne bistînin. Bila ji bo Rojînê edalet pêk bê. Em bang li her kesî dikin ku bêwestan pirsa 'Çi bi serê Rojînê hatiye?' bikin."
MA / Ozlem Yacan - Zeynep Durgut