MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî

  • jin
  • 10:33 8 Cotmeh 2025
  • |
img

AMED - MKG û DFG’ê bi daxuyaniyên cuda Gurbetellî Ersoz bi bîr anîn û gotin: "Gurbetellî Ersoz ne tenê navek e; wijdan a dîroka çapemeniyê, deng û pênûsa têkoşîna jinê ye."

 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta salvegera şahedata rojnameger Gurbetellî Ersoz a ku di 8’ê Cotmeha 1997’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyên niviskî weşandin. 
 
MKG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji pênûsa Gurbetellî Ersoz ber bi azadiyê ve: Rojnamegeriya jinan bi mîrata wê geş dibe. Gurbetellî Ersoz, pêşenga têkoşîna azadiya jinan û çapemeniya azad e. Piştî jiyaneke ku li pey rastiyê derbas bû, di 8'ê Cotmeha 1997'an de koça dawî kir. Di salvegera şehadeta wê de, em wekî rojnamevan careke din fêm dikin ku Gurbetellî ne tenê navek e; ew wijdanê dîroka çapemeniya azad, deng û pênûsa jinan a berxwedanê ye. Gurbetellî, di nava zanist, ronakbîrî û têkoşîna gel a ji bo azadiyê de xwe bi teşe kir, di tevahiya jiyana xwe de parastina rastiyê wekî exlaqê herî bingehîn didît. Wê rojnamegerî ne tenê wekî qadeke pîşeyî, lê wekî têkoşîna civakîkirina rastiyê pênase dikir. Bi pênûsa xwe, dîwarên bêdengiyê yên ku ji hêla fermana medyaya serdest a mêran ve hatine ferzkirin şikand, bedelên giran da, da ku dengê jinan, xizanan, gelê Kurd û hemî komên bindest bigihîne.
 
PÊNÛSA XWE JI BO AZADIYÊ BIKAR ANÎ  
 
Dema ku li pey rastiyê diçû, wê nîşan da ku nivîsandin jî teşeyekî berxwedanê ye. Wê pênûsa xwe ne tenê ji bo çêkirina nûçeyan, lê di heman demê de ji bo vekirina rêya azadiyê jî bi kar anî. Ji bo Gurbetellî, rojnamegerî ne tenê ragihandina bûyeran bû; ew li ser zindîhiştina wijdanê civakê, li ser avakirina peyva rastiyê li dijî hêza derewan bû. Ji ber vê yekê rojnamegeriya wê heta roja îro wekî xêzek ku bi hişmendiya jinan, welatparêzî û berpirsiyariya şoreşgerî ve hatî hunandin maye.
 
Îro, wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, erka me ya bingehîn ew e ku em mîrateya Gurbetellî zindî bihêlin û rêya wê vekiriye berfireh bikin. Em kevneşopiya çapemeniya azad a ji pênûsa wê, bi bîrdoziya rizgariya jinan ve didomînin. Her rojnamevan divê ne tenê mîrata Gurbetellî bi bîr bînin, lê di heman demê de bi her nûçeyên xwe, bi her pirs, di her wêneyekî de wê bidin jiyîn. Bi wê re, rojnamegeriya jinan êdî tenê ne pîşeyek bû; ew bû qadeke berxwedanê, pratîkeke rizgariyê. Îro nivîsandina heqîqetê ya bi zimanê Gurbetellî tê wateya xwedîderketina li bîranîna wê û tê wateya dîtina jiyanên ku sîstema desthilatdar a mêr jinedîtî ve tê. 
 
PÊNÛSÊN ME BI RUHÊ WÊ YÊ BERXWEDANÊ VE GIRÊDAYÎ NE  
 
Pênûsên me bi ruhê wê yê berxwedanê ve girêdayî ne; her wêneyekî ku ji hêla kamerayan ve hatî kişandin şopa wêrekiya wê hildigire. Em gotina Gurbetellî ya 'Heta jin azad nebe gel azad nabin' ji xwe re esas digirin. Em ê bi vê re li dû heqîqetê bi pênûsa xwe bigirin. Em hemû rojnamevanên jin ên ku bedela rastiyê dane, tevî Gurbetellî Ersoz, bi rêzdarî, evîn û berxwedanê bi bîr tînin. Mîrata wan rêya çapemeniya jinan ronî dike."
 
DFG: EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA GURBETELLIYÊ DERKEVIN  
 
DFG’ê jî di daxuyaniya xwe de wiha got: "28 sal berê di 8'ê Cotmeha 1997'an de rojnameger Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da. 28 sal in bi fikr û pênûsa ku li pey xwe hiştiye di nava me de ye. Em bi rêzdarî, hurmet û hezkirin pêşenga jin a çapemeniya azad Gurbetelli Ersoz bi bîr tînin.  Gurbetellî Ersoz, yekem jina ku li dijî feraseta mêrên serdest ên ku di navenda çapemeniyên li Tirkiyeyê û Kurdistanê têkoşiya ye. Di heman demê de li dijî feraseta mêrên serdest ku di sektora medyayê de xwe bi cih kirine şer kiriye ye.   
 
Gurbetellî Ersoz, li Tirkiyeyê û Kurdistanê yekemîn jina ku bûye Gerînendeya Giştî ya Weşanê. Bi vê peywira xwe navê xwe li dîrokê xist. Piştre li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehan jin bi gotin, erk, pênûs û ruhê xwe di qada medyayê de cihê xwe girtin. Jinan bi vê têkoşîna xwe di qada medyayê de hişmendiyek ava kirin. Ev ferq û hişmendi bi pêşengiya Gurbetellî pêş ket.
 
Rojnamegerên Jin ê Kurd li Tirkiyeyê dîsa gavek dîrokî avêtin. Cara ewil, îsal ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz yekem xelatên Rojnamegeriya Jin didin. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê cara ewil e ku şeveke xweser a ku aydî jinên rojnameger e li dar dixin. Di vê şevê de li ser navê Gurbetellî xelatên rojnagerên jin didin. 
 
Gurbetelî Ersoz bi hewldan û têkoşîna xwe rê li pêşiya rojnamegerên jin vekir. Bû dengê jinan. Jin ji bo xeyalên Gurbetellî Ersozê pêk bînin, bêtir rojnamegeriya jin pêş dixin. Xwedî îdia ne ku bibin dengê hemû jinên cîhanê. Em li ber bîranîn û têkoşîna Gurbetelli bi rêzdarî û hurmet bejna xwe ditewînin. Dilê Gurbetelli Ersoz ku ji bo azadî û heqîqetê hilbû, dê têkoşîna me ya çapemeniya azad bêtir bineqişîne.”

Sernavên din

10/10/2025
16:52 Dê li Stenbolê ‘Turnuwa Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ bê lidarxistin
16:27 Dîroka 9’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
15:25 'Divê Komkujiya Garê ji hêla hiqûqî û siyasî ve were ronîkirin’
14:53 Saziyên hiqûqê xwestin Kurdî bibe zimanê fermî
14:26 Taşdemîr li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:24 Ji bo girtiya nexweş Besê Ecerê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
14:02 Şîna Demhat Baytar bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 Ji bo konsera Koma Amed bang hate kirin
13:46 Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê diyar bû
13:38 ‘Agirbesta’ li Xezeyê bi awayekî fermî kete meriyetê
13:14 Şandeya Îmraliyê nivîskarê Halk TV'yê Ergan derewand
13:06 104 kes cihê lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn: Daxwaza aştiyê hêj jî derbasdar e
12:54 Protestoyên 9’ê Cotmehê: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
12:32 Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê: Li Îranê darvekirin zêde dibin
12:10 Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû
11:45 Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir
11:40 Nivîskar û hunermend ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:30 Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin
11:01 'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
10:50 Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin
10:44 Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
09:36 Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
09:00 ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN
09/10/2025
18:41 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gava herî berbiçav e'
17:29 Li Amedê meşa 9'ê Cotmehê: Heya azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, em ê bitêkoşin
17:22 Hesen ê piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan dê were dersînorkirin
16:55 Komîsyona Meclisê dê were Amedê
16:46 Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava şênber a ji bo aştiyê
16:03 Ji bo rojnameger Rahîme Karvarê ceza hat xwestin
15:56 Danîşîna rojnamevan Reyhan Hacioglû hate taloqkirin
15:23 Ozel têkildarî serdana Îmraliyê: Bila ji ewil AKP helwesta xwe diyar bike
15:18 HSD’ê têkildarî êrişên Hikûmeta Demkî daxuyanî da
14:39 Nêçîrvan Barzanî bi Fîdan re hevdîtin kir
14:36 Komkujiya Garê: Rapora ‘Di legerîna edaletê de 10 sal’ hate weşandin
14:06 Girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer terkî mirinê kirin
14:01 Erden ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
12:56 Danişîna doza Boltan û Zengeralp hat lidarxistin
11:56 'Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo vala derxist’
11:46 Li ser îdiayên şahidê nepen der heqê Gok de îdianameyeke nû hat amadekirin
11:36 Piştî 31 salan li benda vegera Efrînê ye
11:35 Ayşegul Dogan: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye
11:02 Îsraîl û Hamasê di plana agirbestê de lihev kirin
11:01 Li girtîgehan li gorî cureyê 'sûc' cihêkarî tê kirin
10:56 Prof. Dr. Erdem: Heke îrade hebe dikarin gelek gavên şênber biavêjin
09:33 Talankirina daran a li Dorşînê didome
09:10 Erdem piştî 30 salan hat tehliyekirin
09:04 'Jin dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dakevin qadan'
09:02 Dayikên Aştiyê yên şahidê komployê: Rojeke reş bû
09:01 Salih Muslim: Komplo neqediyaye, Rêber Apo hîn jî dîl e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2025'AN
08/10/2025
22:41 Yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê hatin dayîn
20:09 Peyama ku Abdullah Ocalan ji merasîma xelatdayînê re şand: Gûrbettellî şopeke bêhempa hişt
19:50 MEBYA-DER ku li komisyonê lê hat guhdarîkirin: Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
17:51 Jinên ji meşê vegeriyan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
17:00 Ji ÎHD'ê li dijî texrîbkirina ekolojiya Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
16:25 Lamîa Asu ya Efrînî ku piştî 32 salan hate berdan birin GGM’ê
15:46 Talankirina xwezayê li Amedê hate protestokirin
15:28 DEM Partiyê li Meclisê ji bo Demîrtaş çalakî li dar xist
15:27 Hunermendan banga ‘em aştiyê dixwazin’ kir
14:52 Civîna 14’an a komîsyonê dest pê kir
14:35 Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû
13:56 Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dê li gelek bajaran bê protestokirin
13:34 Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn
13:30 DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin
12:44 Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re
12:25 Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
12:06 ÎSÎG: Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:53 Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
11:13 Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
10:52 ‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
10:33 MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî
10:25 Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
10:10 Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
09:48 Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
09:28 Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
09:08 Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
09:04 Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê
09:03 Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
09:02 Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN
07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin