‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’

  • rojane
  • 10:52 8 Cotmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got ku bi serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re dê komplo bi temamî vala derkeve û banga xwedîderketina li pêvajoyê kir. 
 
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî nûçeya ANF’ê; KCK’ê diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê yek ji operasyonên herî tarî ya dîrokê ye û bi xeta berxwedanê ya 27 salan re komplo vala hatiye derxistin. KCK’ê, di şexsê Halît Oral, Nûrten Artan û Selamet Menteşê de hemû kesên di çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku komplo negihiştiye armanca xwe û negihije. 
 
Bi domdarî KCK’ê diyar kir ku DYA, Ingilistan û Îsraîlê ji bo berjewendiyên siyasî û aborî, bi aşkerayî hiqûq û nirx binpêkirine û piştgirî dane polîtîkayên qirkirinê yên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd. KCK’ê, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çûna Ewropayê re ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendek daye lêbelê bi komployê ve bersiva vê hewldanê hatiye dayin. 
 
'DIVÊ DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DE BI ROLEKÎ ERÊNÎ RABIN’ 
 
KCK’ê bi domdarî wiha got: “Gelek hêz tevlî nava komploya navneteweyî bûn, ku her yek ji wan xwedî berjewendiyeke cuda bûn. Lê belê yek ji armancên bingehîn ên komploya navneteweyî derxistina şerê navbera Kurd û Tirkan bû. Hêzên navneteweyî xwestin li Rojhilata Navîn şerekî di navbera Kurd û Tirkan de bidin destpêkirin û bi vî rengî serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn salên dûr û dirêj dewam bikin. Hêzên komploger bi komployeke navneteweyî bersiv dan hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û bi vî rengî armanca xwe bi şênberî nîşan dan. Ji xwe dewletên Ewropayê û hêzên din hîn jî bi rengekî cidî piştgiriyê nadin çareseriya pirsgirêka Kurd, berevajî vê yekê di neçareseriya pirsgirêka Kurd de hewldanên vekirî û veşartî dimeşînin. Ev yek jî radixe pêş çavan ku ev polîtîka îro jî dewam dike. Di salvegera komployê de em dibêjin, hêzên ku tevlî vê komployê bûn dest ji van armancên xwe berdin, komployê dewam nekin, rexnedayina xwe bidin, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bi roleke pozîtîf rabin.”
 
BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ 
 
KCK’ê, destnîşan kir ku bi serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re dê komplo vala derkeve û got: “Rêber Apo ku armanca komploya navneteweyî dît, giranî da ser jinûve sererastkirina têkiliyên Kurd û Tirkan. Înkar ji holê rakir û li şûna cihêkariyê jiyana li welatekî hevpar a di nava yekitî, wekhevî û demokratîk de destnîşan kir. Li gel tecrîd, êşkence û sîstema qirkirinê ya ku 27 salan di pêvajoya Îmraliyê de lê hate ferzkirin, di vê helwesta xwe de israr kir, ji bo vê têkoşiya. Pêvajoya ku îro bi navê 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' destpê kir, encamek ji vê hewldan û têkoşîna Rêber Apo ye. Lewma bi serxistina 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' re wê armancên komploya navneteweyî bê pûçkirin, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn bê pêkanîn. Berpirsyariyeke dîrokî ya gelê me û hêzên demokrasiyê ye ku vê rastiyê baş fêhm bikin û piştgiriyê bidin hewldanên Rêber Apo yên ji bo jinûve seerastkirina têkiliyên Kurd û Tirkan, çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn. Di vê çarçoveyê de ji bo serketina 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' em bang dikin ku hevgirtina xwe hîn bi pêş ve bibin û têkoşîna hevpar mezin bikin.”
 
'BI HEMLEYÊ RE DEMA AZADIYA FÎZÎKÎ YE’
 
KCK’ê bi bîr xist ku kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” dikeve sala 3’yan û axaftina xwe wiha qedand: “Em dikevin salvegera duyemîn a Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku weke parçeyek ji têkoşîna li dijî komployê destpê kir. Bi Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî re gelên cîhanê, hêzên sosyalîst demokratîk, jinan û mirovahiya pêşverû azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd weke armanceke bingehîn a têkoşîna navneteweyî ya mirovahiyê destnîşan kirin û dest bi vê pêngavê kirin. Vê têkoşînê encamên mezin afirand û wê hîn jî biafirîne. Bi wesîleya salvegera Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî em careke din silav û hurmetên xwe pêşkêşî hemû dostan dikin ku ev têkoşîn dan destpêkirin û piştgiriya wê kirin. Bêguman serketina 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk', wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Lewma em dibêjin, di sala sêyemîn a Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî de êdî dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê pêkanîn. Divê ev yek weke armanca bingehîn bê dîtin û li ser vê bingehê têkoşîn li her derê bê bilindkirin."
 

Sernavên din

16:52 Dê li Stenbolê ‘Turnuwa Aştiyê ya Sirri Sureyya Onder’ bê lidarxistin
16:27 Dîroka 9’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
15:25 'Divê Komkujiya Garê ji hêla hiqûqî û siyasî ve were ronîkirin’
14:53 Saziyên hiqûqê xwestin Kurdî bibe zimanê fermî
14:26 Taşdemîr li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:24 Ji bo girtiya nexweş Besê Ecerê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
14:02 Şîna Demhat Baytar bi girseyî hate ziyaretkirin
14:01 Ji bo konsera Koma Amed bang hate kirin
13:46 Xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê diyar bû
13:38 ‘Agirbesta’ li Xezeyê bi awayekî fermî kete meriyetê
13:14 Şandeya Îmraliyê nivîskarê Halk TV'yê Ergan derewand
13:06 104 kes cihê lê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn: Daxwaza aştiyê hêj jî derbasdar e
12:54 Protestoyên 9’ê Cotmehê: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
12:32 Roja Têkoşîna li Dijî Cezayê Mirinê: Li Îranê darvekirin zêde dibin
12:10 Şahidê Komkujiya Garê: DAIŞ’ê komkujî kir lê berpirsyartî ya dewletê bû
11:45 Polîsan êrişî bîranîna Komkujiya Garê kir
11:40 Nivîskar û hunermend ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:30 Bi talankirina xwezayê re welatiyên Pasûrê neçarî koçberiyê tên kirin
11:01 'Girtî 3 sal in ji ber lêgerînên hundirê dev nikarin biçin nexweşxaneyê'
10:50 Jin ji bo ‘jiyan û jiyînê’ bi rêxistin dibin
10:44 Hevserokê OHD'ê: Guhdarkirina Ocalan berpirsyariya dîrokî ye
09:36 Komplo li bajarên Marmarayê hat şermezarkirin
09:00 ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN
09/10/2025
18:41 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gava herî berbiçav e'
17:29 Li Amedê meşa 9'ê Cotmehê: Heya azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, em ê bitêkoşin
17:22 Hesen ê piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan dê were dersînorkirin
16:55 Komîsyona Meclisê dê were Amedê
16:46 Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe gava şênber a ji bo aştiyê
16:03 Ji bo rojnameger Rahîme Karvarê ceza hat xwestin
15:56 Danîşîna rojnamevan Reyhan Hacioglû hate taloqkirin
15:23 Ozel têkildarî serdana Îmraliyê: Bila ji ewil AKP helwesta xwe diyar bike
15:18 HSD’ê têkildarî êrişên Hikûmeta Demkî daxuyanî da
14:39 Nêçîrvan Barzanî bi Fîdan re hevdîtin kir
14:36 Komkujiya Garê: Rapora ‘Di legerîna edaletê de 10 sal’ hate weşandin
14:06 Girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer terkî mirinê kirin
14:01 Erden ê piştî 30 salan hate berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
12:56 Danişîna doza Boltan û Zengeralp hat lidarxistin
11:56 'Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo vala derxist’
11:46 Li ser îdiayên şahidê nepen der heqê Gok de îdianameyeke nû hat amadekirin
11:36 Piştî 31 salan li benda vegera Efrînê ye
11:35 Ayşegul Dogan: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye
11:02 Îsraîl û Hamasê di plana agirbestê de lihev kirin
11:01 Li girtîgehan li gorî cureyê 'sûc' cihêkarî tê kirin
10:56 Prof. Dr. Erdem: Heke îrade hebe dikarin gelek gavên şênber biavêjin
09:33 Talankirina daran a li Dorşînê didome
09:10 Erdem piştî 30 salan hat tehliyekirin
09:04 'Jin dê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dakevin qadan'
09:02 Dayikên Aştiyê yên şahidê komployê: Rojeke reş bû
09:01 Salih Muslim: Komplo neqediyaye, Rêber Apo hîn jî dîl e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2025'AN
08/10/2025
22:41 Yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gûrbetellî Ersozê hatin dayîn
20:09 Peyama ku Abdullah Ocalan ji merasîma xelatdayînê re şand: Gûrbettellî şopeke bêhempa hişt
19:50 MEBYA-DER ku li komisyonê lê hat guhdarîkirin: Hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
17:51 Jinên ji meşê vegeriyan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin
17:00 Ji ÎHD'ê li dijî texrîbkirina ekolojiya Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
16:25 Lamîa Asu ya Efrînî ku piştî 32 salan hate berdan birin GGM’ê
15:46 Talankirina xwezayê li Amedê hate protestokirin
15:28 DEM Partiyê li Meclisê ji bo Demîrtaş çalakî li dar xist
15:27 Hunermendan banga ‘em aştiyê dixwazin’ kir
14:52 Civîna 14’an a komîsyonê dest pê kir
14:35 Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû
13:56 Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dê li gelek bajaran bê protestokirin
13:34 Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn
13:30 DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin
12:44 Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re
12:25 Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
12:06 ÎSÎG: Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:53 Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
11:13 Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
10:52 ‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
10:33 MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî
10:25 Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
10:10 Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
09:48 Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
09:28 Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
09:08 Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
09:04 Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê
09:03 Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
09:02 Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN
07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin