ESKİŞEHİR - Eskîşehir ku berê bi madenên zêr ên bısiyanûr di rojevê de bû, niha ji ber "elementên erdê yên kêmpeyda" dîsa bi gefan re rû bi rû ye.
Piştî hevdîtina Serokkomarê AKP'î Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li Washingtonê meha borî, têkiliyên di navbera Enqere û Washingtonê de li ser gelek mijaran zêde bûn. Li gorî îdiayên di çapemeniya Amerîkayê de, her du welat ji bo hevkariya stratejîk di warê elementên erdê yên kêmpeyda de amadekariyê dikin. Çîn bi qasî ji sedî 90'ê hilberîna cîhanî ya elementên erdê yên kêmpeyda pêk tîne û ew di gelek warên krîtîk de, ji berhemên teknolojiya bilind bigire heya pîşesaziya parastinê, tên bikaranîn.
Çavkaniyên potansiyel ên Tirkiyeyê li vê herêmê ji ber bandorên xwe yên li ser jîngehê nîqaşên nû çêdikin. Eskîşehir ku niha ji sedî 71'ê erdê wê ji bo madenê vekirî ye, niha hewl dide ku bandora xwe ya li ser erdên nadir berfireh bike. Eskîşehir ku her gav mijareke germ e ji bo çalakiyên madenê, niha li navçeya Sivrihisarê hewzên bermayî yên bisiyanurê yên Şirketa Koza Altinê hene. Her wiha Etî Bakir a aîdî Cengîz Holdîngê jî hewl did eli navçeya Tepebaşiyê projeya zêran pêk bîne. Ligel vê şêniyên herêmê jî têkoîşîna xwe ya li dijî vê didomînin.
Li gor pisporan ev element di teknolojiya rojane de pir girîng in. Neodîmyûm û Praseodîyum di motorên bi ceryanê û turbînên bayê de tên bikaranîn. Her wiha di warê bikaranîna miqnatisê de jît ên bikaranîn.
Tirkiyeyê di sala 2023'yan de li navçeya Beylîkova ya Eskîşehîrê tesîseke pîlot ava kir û dest bi xebatên rafîreniriyê kir. Ji be rku teknolojiya tTirkiyeyê têr nake, pêwendî bi Rûsya û Çînê re danî û di Cotmeha 2024'an de bi Çînê re peymanek îmze kir.
Di hevdîtinên bi DYA'Yê re jî hatiye pêşniyazkirin ku beşeke hilberînê entegreyî pîşesaziya DYA'Yê bê kirin û Tirkiyeyê jî transfera teknolojiyê pêşniyaz kiriye. Pışti hevditına DYA û Tirkiyeyê ya di warê "elementên kêmpeyda" de di raya giştî de eşkere bû, ev yek wekî "mizgîniyê" hat belavkirin. Nayö zanin ku dö rezervön elementan li vê qada çandiniyê ya li Deşta Alpûyê çawa bên derxistin.
MA / Enes Beyaz