ENQERE - Fîlozofê îngilîz Simon Critchley ku peyamek piştgiriyê ji bo banga Abdullah Ocalan şand, got: "Ez difikirim ku ev bang ji bo tevgerên dij-kapîtalîst û muxalefetê bibe pêngaveke îlhambexş. Ez hêvî dikim ku şert û mercên Ocalan demildest baştir bibin."
Peyamên piştgiriyê yên ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji çar aliyên cîhanê ve didomin. Fîlozofê îngilîz Simon Critchley jî peyamek ji DEM Partiyê re şand û girîngiya banga Ocalan destnîşan kir.
Critchley di peyama xwe de ev tişt gotin: "Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan ku di 272ê Sibata 2025'an hat kirin, di demeke wiha de hat ku li çaraliyê cîhanê şerxwazî heyeç Ez bawer dikim ku ev bang ji bo tevgerên dij-kapîtalîst û muxalefetê bibe pêngaveke îlhambexş. Dema ku rêxistina xwe fesix kir, Ocalan di heman demê de veguherîneke îdeolojîk jî pêşniyaz kir. Wekî demokratek ku baweriya xwe bi hêza gotinan tîne, ne bi çekê. Ez bi tevahî piştgiriyê didim kurdan, yek ji mezintirîn neteweyên bêdewlet ên cîhanê, di parêzvaniya wan a neneteweperest de. Ez hêvî dikim ku şert û mercên Ocalan demildest baştir bibin û rêya beşdariya wî ya di siyaseta dmeokratîk de bê vekirin."
CRITCHLEY KÎ YE?
Fîlozofê îngilîz Simon Critchley ji sala 2004'an vir ve li New School for Social Research li New Yorkê di qada felsefeyê de dersan dide û di warê dîroka felsefeyê, wêjeyê, exlaq û siyasetê de dixebite. Critchley ku di sala 1960'î de ji dayik bûye, li zanîngehên Nijmegen, Sydney, Notre Dame, Cardozo Law School û Osloyê wekî profesorên mêvan xebitiye. Ew ji sala 1994'an heta 1999'an wekî serokê Komeleya Fenomenolojiyê ya îngilîz xebitî.