NAVENDA NÛÇEYAN – DFG’ê rojnamevan Vedat Erdecî yê ku di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabû, bibîr anî û di daxuyaniyê de wiha got: “Her çend têkoşîna Erdemci giyanê xwe di Nazim, Cîhan û Egîd de dibîne jî, em ê têkoşîna wî zindî bihêlin.”
Rojnamevan Vedat Erdemcî, di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû qetilkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), di salvegera qetilkirina rojnamevan Erdemcî yê ku di 11’ê Cotmeha 2019’an hatibû qetilkirin bibîr anî.
Di daxuyaniya DFG’ê de wiha hate gotin: “Erdemcî rojnamevanek bû ku bûyerên li Rojava kêlî bi kêlî bi kameraya xwe kişand. Erdemcî, ku rojnamegeriya li ser bingeha rastiyê wekî bingeha xwe qebûl kir, di heman demê de bû dengê gelekî. Ji ber vê yekê ew ji hêla hêzên ku ji rastiyê ditirsin ve bûye hedef. Her çend têkoşîna Erdemci giyanê xwe di Nazim, Cîhan û Egîd de dibîne jî, em ê têkoşîna wî zindî bihêlin.”