NAVENDA NÛÇEYAN- DFG ku xwest demildest êrişa li dijî Hakan Tosûn bê zelalkirin, wiha pirsî: "Çi hat serê Hakan Tosûn?"
Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG), têkildarî rojnamevan Hakan Tosûn ku hemü fonksiyonên mêjiyê wî têk çûne, daxuyanî da.
DFG ku li ser medyaya sanal daxuyanî da, got: "Rojnamevanek li nava kuçeyê hat derbkirin û fonksiyonên wî yên mêjî hemû têk çûne. Rayedarên dewletê ku divê hesab bidin, hê jî xwe li bêdengiyê datînin. Em dixwazin êrişa li dijî Tosûn demildest bê zelalkirin û kesên tiliya wan tê de hene bên eşkerekirin. Çi hat serê Hakan Tosûn?"