Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e

  • rojane
  • 14:43 14 Cotmeh 2025
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, got: “Li ser milê Meclisê berpirsyartiyeke sed salî heye. Meclisa îsal biqasî Meclisa ewil girîng e. Meclisa me bi peywira avakirina komara demokratîk a bi rêya muzakereyên demokratîk rû bi rû ye.” 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li meclise di komcivîna partiya xwe geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan, di serî de bi boneya salvegera qetilkirina kedkarê Çapemeniya Azad Kadrî Bagdu, bi bîr anî. Bakirhan, bi bîr xist ku Kadrî Bagdu dema rojname belav dikir li Edeneyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye qetilkirin û got ku niha jî rojnameger Hakan Tosun hat qetilkirin. Bakirhan, diyar kir ku divê kujer demildest bên dîtin û cezakirin. Bi domdarî Bakirhan destnîşan kir ku tevî salek derbas bû jî kujerên Rojîn Kabaîşê hêj nehatine dîtin û cezakirin û xwest bên girtin û cezakirin. 
 
Di berdewama axaftina xwe de Bakirhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Em di serdemeke pir girîng de ne. Geşedanên girîng çêdibin. Bi vebûna sala nû ya Meclisê re çav û guhên civakê bi rastî li ser van geşedanan in. Di sala borî de, me hemûyan şahidiya kêliyên girîng ji bo çareserî û aştiyê kir. Ew pir bi qîmet e. Komîsyona ku di bin sîwana parlamentoyê de hatiye damezrandin pir bi qîmet e. Ew yek ji platformên herî girîng ên vê pêvajoyê ye. Ev komîsyon ji bo çareseriya pirsgirêkeke sed sal in di rojevê de ye pir girîng e. Hemû kesên di komîsyonê de hatin guhdar kirin tevî fikren cuda daxwaza hevpar a aştiyê kirin û ji bo mafê heviyê xwestin gav bên avetin. Malbatên ku herî zêde êşa şer kişandin jî di komîsyonê de xwestin edî şer bi dawî bibe. Em jî ji bo bi dawîbûna êşa van malbatan xebat û têkoşîna xwe bidomînin.
 
DIVÊ KOMÎSYON LI OCALAN GUHDARÎ BIKE  
 
Divê komîsyon edî li birêz Ocalan guhdarî bike. Birêz Ocalan, dema ku diaxive, bingehên çareseriyê xurt dike. Her ku birêz Ocalan diaxive, çareserî û aştî derdikeve pêş. Me hemûyan dît ku birêz Ocalan bi perspektîfa aştiyê ya ku pêşkêş kir pêvajo ronî kir. Divê di pirsgirêke wisa de tirsonek nebin. Werêk bin. Divê em hevdîtina Komîsyonê bi birêz Ocalan re nekin tabûyek. Demokrasî bi danûstandinên demokratîk pêş dikevin, ne bi tabûyan. 
 
BANG LI MECLISÊ KIR: WERIN VÊ SALA NÛ BIKIN SALA ÇARESERIYÊ  
 
Gel ji parlamentoyê hêvî dike ku rêziknameyên li gorî biryarên DMME’yê ne û îradeya gel nîşan didin bicîh bîne. Çavên hemûyan li ser vê kêliyê ne ku divê gavên ji bo berdana hevalên me yên di Dozên Komploya Kobanê de Demîrtaş, Yuksekdag hemû hevalên me jî ben berdan. Li ser milê Meclisê berpirsyartiyeke sed salî heye. Meclisa îsal biqasî Meclisa ewil girîng e. Meclisa me bi peywira avakirina komara demokratîk a bi rêya muzakereyên demokratîk rû bi rû ye. Em bang li parlamentoyê jî dikin; werin em vê sala nû ya qanûndanînê bikin sala çareseriyê.
 
DEM PARTÎ ÇI DIXWAZE?  
 
Weke DEM Partiyê em, ji bo edalet û demokrasiya tevahiya Tirkiyeyê têdikoş in. Em hem welatîbûnek destûrî dixwazin ku her wekhev bi hev re bijîn. Em serweriya hiqûqê dixwazin, ne rejîmek bêserûberiyê. Azadiya raman dixwazin. Em mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê dixwazin. Em demokrasiyeke ku biryar ji aliyê herême ve tên girtin dixwazin. Em daxwaza berdana girtiyên nexweş û siyasî dikin. Em batalkirina qanûna terorê û qanûnên wekhev dixwazin. Em sererastkirineke qanûnî dixwazin. Em daxwaza vegera hevalên xwe yên ji ber cezayan sirgûnî derveyî welat bûnê dikin. Ez niha dipirsim; kîjan ji daxwazên ku me heta niha rêzkirine zêde ye, kîjan dûrî rastiyê ye? Em van daxwazan ji bo tevahî Tirkiyeyê dikin. 
 
EM RÊYA SÊYEMÎN IN 
 
Her ku em qala aştiyê, dan û standinan dikin, me bi alîgiriya desthilatê tawanbar dikin. Em jî dibêjin em ne aliyê tu kesî ne. Em rêya 3’yemîn in. Em li kêleka gel, karker û bindestan radiwestin. Em bi her kesê ku ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê disekine re diaxivin. Rêya me bi prensîban ve tê destnîşankirin, ne bi helwestan. Çareserî bi dadweriyeke serbixwe, azadiya reman û demokrasiyê dibe. Em di siyaseta derve de jî rêya sêyemîn in. 
 
Hikûmet dibêje ku em ê ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî ji sînoran derkevin û carinan jî dikin. Em dibêjin ku aştiya herêmî tenê bi danûstandinên demokratîk û dîplomasiya aştiyê dikare were bidestxistin. Em ne di bin siya hikûmetê de siyasetê dikin ne jî em pişta partiyên din in. Em li ser rêyeke rast in, mil bi mil bi gelê xwe re ber bi azadî, aştî û demokrasiyê ve dimeşin. Ev rê ne hêsan e. Yên ku di vê rêyê de diçin, di girtîgehan, li kolanan û di berxwedanê de bênavber berdewam dikin. Lê em dizanin ku ev rê dê destkeftiyan bi xwe re bîne. 
 
Hêviya me mezin e. Destkeftiyên me jî mezin wê bibin. Bi vê boneyê, em salvegera damezrandina HDK û HDP’ê ku navê rêya sêyemîn e, pîroz dikin. 15’ê Cotmehê salvegera damezirandina vê pêşerojê ye. Ez hemû hevalên xwe yên ku di vê têkoşîna bi rûmet de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û spasdarî bi bîr tînim. Her wiha ez silav, hezkirin û rêzgirtina xwe ji civîna koma xwe ji Selahattîn Demîrtaş, Figen Yüksekdağ û hevalên me yên ku niha di Doza Kompasê ya Kobanê de têne darizandin û her weha hemû hevalên me yên ku niha di girtîgehê de ne re dişînim.”
 
‘HIKÛMETA ŞAMÊ MUTEBEQETA 10’Ê ADARÊ BINPÊ KIR’
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser geşedanên li Xezeyê û peymana aştiyê û got: “Agirbest girîng e lê ji bo çareseriyeke mayindê divê daxwazên gelê Filistînê bi cih werin.”  Bakirhan, têkildarî geşedanên li Sûriyeyê jî ev tişt anî ziman: “Dibêjin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ne giredayî Mutebeqeta 10’ê Adarê ye. Lê ew ne rast e. Peymana 10’ê Adarê gaveke girîng e ku ji hêla aliyên Sûriyeyê ve ber bi çareseriyeke demokratîk hatiye avêtin. Nûneratî û beşdarbûna wekhev di nav xwe de digirt. Kî li gor peymanê tevnegeriya? Hikumeta Şamê. Bi tenê serê xwe destûrek ragihandin. Ne Kurd, ne Durzî, ne Elewî û ne jî pêkhateyên Sûriyeyê di wê peymanê de cih negirtin. 
 
DIVÊ ŞAM BERSIVÊN ÇÊKER BIDE GAVÊN TÊN AVÊTIN
 
Li Rojhilata Navîn hêza ku dixwazê pirsgirêkan bi rêya siyasetê çareser bike Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye. Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî got komeke lêşkerî wê ji bo entegrasyonê biçe Şamê. Li Şamê civîn çêbû. Danûstandin berdewam dikin. Hêvî dikim ku ev danûstandin wê çareseriyan bi xwe re bîne. Divê Şam jî bi awayekî avaker bersivê bide van gav û înîsiyatîfan. Divê Tirkiye bi hikûmeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têkiliyek siyasî ya rasterast deyne. Ew bi Hikûmeta Demkî ya li Şamê re di danûstandinan de ne. Divê Tirkiye bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jî bi awayekî siyasî têkiliyan pêş bixe. Bi vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê re em dikarin gavek dîrokî bavêjin. Ev ê baweriya bi Tirkiyeyê jî xurt bike.”
 
Herî dawî jî Bakirhan bal kişand ser rweşa aborî, budçeya sala nû û got ku divê budçeya sala nû bibe budçeya aştiyê ku hemû gelên welat jê sûd bigirin. 
 

Sernavên din

18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
15:59 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe
15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye
12:27 Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin
12:04 Rojnameger Tosun li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin
11:50 Li bakurê Kurdistanê hewa sar dibe û barîn dest pê dikin
11:45 Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike
11:35 Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin
11:21 Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne
10:29 Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide
10:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Entegrasyona Demokratîk’ derket
10:01 Li Wanê di 2 salan de 700 esnafan top avêt
09:17 Prof. Lemkow: Gava ewil divê azadiya Abdullah Ocalan be
09:04 Mihrîcana Çand û Hunerê ya Nisêbînê dest pê kir
09:03 Mazlum Ebdî: Hevdîtinên me bi Tirkiyeyê re hene
09:00 ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2025’AN
11/10/2025
16:41 Berlîk ê ku tehliyeya wî 3 caran hatibû taloqkirin hat berdan
16:25 Konferansa gel û baweriyan: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
16:22 Belavoka 'Aştî mafek e' hat belavkirin
16:12 Fîlozofê îngilîz Critchley: Banga Ocalan ji bo dij-kapîtalîstan îlhambexş e
15:57 ‘Bila cezaya Hatîce Onaranê bê taloqkirin’
15:54 Di lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de geşedaneke nû: Îhtimala êrişa zayendî derket holê
15:23 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn
15:06 Hevşaredar Taş ji girtîgehê derket
15:02 Di binçavan de tundî li rojnamevan Îmen hat kirin
14:57 Xizmên windayan li aqûbeta kiryarên Komkujiya Garê pirsin
14:52 Êlih ji bo mitîngê amade ye: Dê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin
14:21 Platforma Ciwanan dê li Amed û li Bursayê meşa ‘azadiyê’ li dar bixin
13:49 Konferansa Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Sûriye xeta sor a Kurdan e
13:36 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bîranîn
13:05 Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan got divê dest ji zimanê gefxwarinê bê berdan
12:53 Roja Zarokên Keçik: Em ê nehêlin ku pêşeroja wan bê tarîkirin
12:00 Erden ê ku piştî 30 salan hat tehliyekirin: Rojên azadiyê nêz in
11:24 Ciwanan li dijî şerê taybet meşiyan
10:24 DFG’ê rojnamevan Erdemcî bibîr anî: Em ê têkoşîna wî zindî bihêlin
10:12 Rojnamevan Demhat Akar jiyana xwe ji dest da
10:11 Ji bo mitînga ‘azadiyê’ banga tevlibûnê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê qebûlkirin
09:59 Hevrêyên Hevrîn Xelefê: Em ê bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk tola wê hilînin
09:17 Eskîşehîr vê carê jî di dorpêça 'elementên kêmpeyda' de ye
09:02 Mazlûm Ebdî: Dê komîteyeke leşkerî biçe Şamê
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2025’AN