NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Meteorolojiyê, ragihand ku dê li Serhedê hewa 4 pileyan sartir bibe û ji ber barînan gel hişyar kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya rojane aşkera kir. Midûriyetê, ragihand ku li bendê ne Êlih, Sêrt, Erzîngan, Erzirom, Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Agirî û Qersê baran bibare û li deverên bilind jî berf bibare. Midûriyetê xwest welatî li dijî barîn, serma û mija serê sibehê tevdîrên xwe bigirin.
Midûriyetê got ku li gorî texmîna wan dê germahî 2-4 pileyan bikeve.
