ŞIRNEX - Nûnerên rêxistinên Elewiyan çûn serdana malbatên Roboskê ku 34 zarokên xwe di encama bombebarana dewleta Tirk de winda kiribûn. Nûnerên Elewiyan di serdanê de got: “Ka komkujiyên li dijî Elewiyan çi bin, Roboskê jî ew e. Êşa me yek e.”
Nûnerên rêxistinên Elewiyan, çûn serdana malbatên Roboskê ya Qileban a Şirnexê ku di 28’ê Kanûna sala 2011’an di encama bombebaran balafirên şer ên dewleta Tirk de zarok jî di nav de 34 xizmên xwe winda kiribûn. Nûnerên Federasyona Elewî Bektaşî, Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê, Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê, Weqfa Çandê ya Anatoliyayê ya Haci Bektaşî Velî, Komeleyên Çandê yên Elewiyan, Komeleyên Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, nûnerên partiyê siyasî û rêxistinên girseyî di serdanê de cih girtin. Şande, di têketina gund de ji hêla malbatên di komkujiyê de xizmên xwe winda kirin ve hate pêşwazîkirin.
Serokê Federasyona Elewî Bektaşiyê Mûstafa Aslan di serdanê de axivî û got: “Em, ji bo du civakên ziman û baweriya wan hatiye înkarkirin bînin cem hev hatine vê derê. Em ji Mereşê tên û wê demê jî mîna Roboskê bi komkujiyê re hevrû nebin. Bêyî ku bibêjin zarok e, ciwan e li vir 34 kes hatin qetilkirin. Tekane sûcê wan ew bû ku dixwestin debara xwe bikin. Em, ji bo êşên hev bi hev re bijîn li vir in. Tekane sedema hesabnedayîna van kiryaran ew e ku em ji hev cuda kirine û nehiştine em bi hev re têbikoşin. Lewma jî em ji bo ku bi hev re têbikoşin hatine vê derê.”
'ÊŞA ME YEK E’
Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekitiya Elewiyan ên Ewropayê Huseyîn Mat jî Komkujiya Roboskê şermezar kir û got: “Hem Elewiyan hem jî Kurdan gelek êş li vî welatî kişandin. Tekane daxwaza her du aliyan jî hemwelatiya wekhev bû. Tevî vê jî dewletê ne bawerî ne jî nasnameyên qebûl nekir. Berevajî vê, ji bo ku me jî bişînin xwe ev komkujî kir. Em dizanin ku ka komkujiyên li dijî Elewiyan hatine kirin çi bin, Roboskê jî ew e. Êşa me yek e.”
'DÊ BERPIRSYAR NEYÊN JIBÎRKIRIN’
Li ser navê malbatên Roboskê jî Velî Encu axivî û got: “Hûn, bi boneya salvegera 14’an a Komkujiya Roboskê hatin vê derê. Ji ber hatina we, spasiya we dikin. Êşên em dijîn yek in. Kujerên me jî heman kes in. Bi ser komkujiyên li dijî me hatine kirin re bi dehan sal derbas bûn. Dê berpirsyarên van komkujiyan neyên jibîrkirin. Ev 14 sal in em ji bo edaletê têdikoşin. Heta ku berpirsyar tên darizandin jî dê têkoşîne me bidome.”
Piştî serdanê malbatan, girse çû serdana goristanê.
