WAN - TUHAY-DER a Wanê bi munasebeta sersalê ji girtiyan re kart şand.
Saziyên Demokratîk û partiyên siyasî yên Wanê bi pêşengiya Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê bi boneya serê salê kart ji girtiyan re şandin. Girseyê beriya kart şandinê li ber PTT’yê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmûd Dîndar, nûnerên saziyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Hevserokê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Osman Başak di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û diyar kir ku tevî pêvajoyê jî li gelek girtîgehan zextên li ser girtiyan didome. Osman Başak da zanîn ku mafê girtiyan tê binpêkirin û got: “Em dixwazin heta serê salê girtiyan berdin û binpêkirina mafan bi dawî bibin. Bi sedan girtiyên nexweş, girtiyên temen mezin hene û em dixwazin ev bên berdan. Her wiha em dixwazin ji bo birêz Ocalan mafê hêviyê bê pêkanîn. Em dê bi boneya serê salê ji girtiyan re kart bişînin, Hêviya me ew e ku sala 2026an bibe sala azadiya hemû gelan, jiyaneke wekhev, bicîhkirina hiqûqê.”
Parlamenter Mahmûd Dîndar jî axivî û diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo hemû gelan şanseke mezin e û xwest sala 2026’an bibe sala azadiyê.
Piştî daxuyaniyê ji girtiyan re kart hatin şandin.
