Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin

  • rojane
  • 09:26 27 Kanûn 2025
  • |

MÊRDÎN - Ji Mehmet Şerîf Înalê ku Serokkomar Erdogan a di sala 2005'an de ji bo dîtina wî soz dabû malbatê û gotibû "Teqez em ê wî bibînin" 20 sal in agahî nayê girtin. Lê malbat a ku 20 sal in têdikoşe hê jî bihêvî ye. 

 
Mehmet Şerîf Înal (56) li Tezne yê navçeya Şemrex a Mêrdînê dijiya û di 11'ê Cotmeha 2005'an de piştî ku ji mala xwe derket winda bû. Înal ku çû nimêja terawihê, dû re çû depoya avê ya ku ew berpirsiyarê wê bû. Li gorî vegotinên şahidan, wesayîteke Renault Toros nêzîkî cihê ku depoyê bûye. Li gorî vegotina şahidan, di wesayîtê de 3 kesên çekdar û rûpoş bi cilên leşkerî hebûne û kevir avêtin gundiyên ku diçûn avê bînin û xwestine ku wan ji wir dûr bixînin. Piştre çend gule û 3 dengên korneyê hatine bihîstin û wesayît dûr ketiye. Piştî wê rojê, tu xeber ji Înal nehat wergirtin, çi mirî be çi sax. Malbata wî çû Qereqola Cendirmeyan a Şemrexê da ku wî bibîne, lê ji wan re hat gotin ku ger sê rojan tu xeber ji wî neyê girtin, lêgerîn dikare were destpêkirin. Piştî serlêdanên malbatê, dozgeriyê di roja sêyemîn de li cihê bûyerê lêkolîn kir, lê tu şopa Înal nedît. Dema ku malbatê lêgerîna xwe berdewam kir, fermandarê qereqola cendirmeyan ku wê demê wekî Kapîtan Mehmet Alî dihat nasîn, bi israr pirsî, wî bersiv da, "Bavê te her çi be sempatîzanekî PKK'ê bû. Ji bilî PKK'ê kes nikaribû wî bibira. Ew çû ba PKK'ê. Herin ji wan bipirsin." Li ser vê yekê, malbat bi fermandarê qereqolê re nîqaş kir û neçar man ku ji wir biçin.
 
ERDOGAN GOTIBÛ ‘EM Ê BIBÎNIN'
 
Malbata Înal di Tebaxa 2006'an de, deh meh piştî bûyerê, bi berdewamiya lêgerînê, ji merasîma vekirinê ya ku ji hêla Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan ve li Mêrdînê hat lidarxistin, derfetek bi dest xistin. Wan wêneyekî mezin ê bavê xwe kişand û çûn mîtîngê. Neytullah Înal, digel dêya xwe, wêneyê bavê xwe li mîtîngê nîşan da û diyar kir ku wan li ser vexwendina Erdogan hevdîtinek bi wî re kiriye. Înal bang li Erdogan kir û got: "Birêz Serokwezîr, we got ku di dema me de kuştin an windabûnên nediyar çênabin. Bavê min di dema hikûmeta we de winda bû. Wî bibînin." Erdogan bersiv da, "Ev tişt di dema me de qet çênabin. Teqez em ê bavê we bibînin."
 
Lêbelê, tevî ku 20 sal derbas bûne jî, ji Înal tu agahî nehatiye girtin. Neytullah Înal bûyerên der barê windabûna bavê xwe de gotin û daxwaz kir ku bavê wî, an jî ger hebib sûcdar bên dîtin.
 
Neytullah Înal diyar kir ku di dema lêgerîna bavê wî de wan hin şopên xwînê dîtine û got: "Hin porê bavê min ku me berê li malê veşartibû, hebû. Min û birayê min ew girtin û bi rêya posteyê ji bo testa DNA'yê şandin Saziya Tiba Edlî. Lêbelê, em paşê hîn bûn ku nimûneyên ku me şandine piştî ku me şandine ji posteyê hatine girtin û xistine dolaba dozger. Em difikirin ku pirsgirêk ji wir dest pê kiriye. Em bawer dikin ku dozger rastiyê dizanibû."
 
Înal diyar kir ku wan nameyek daye Erdogan ku rewşa bavê wî bi hûrgilî vedibêje. Înal bilêv kir ku piştî hevdîtina wan bi Erdogan re, wan sê meh ji Serokwezîrtiyê name wergirtine ku digotin "lêpirsînên me berdewam dikin". Înal wiha domand: "Piştî sê mehan, name rawestiyan. Berî wê, em çûn cem Abdulkadîr Aksu, yek ji wezîrên wê demê û rewşa xwe ji wî re şîrove kir. Wî bi rêya alîkarê xwe bi qereqola polîsan û ofîsa navendî re têkilî danî, li dora xwe pirsî. Lê wan bêtir lêkolîn nekir. Wan dozê girt."
 
‘EM BI HÊVÎ NE'
 
Înal diyar kir ku ew çûne gelek cihan, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Amedê dane û Serokê Baroya Amedm yê hat qetilkirin Tahir Elçî demeke dirêj bi doza wan re eleqedar bûye. Înal got: "Em dixwazin ew bê dîtin, çi dibe bila bibe. Dêya min ji ber xemgîniya mirina bavê min nêzîkî 40 roj berê koça dawî kir. Birayê min jî ji ber xemgîniya mirina bavê min xwîn çû ser mêjiyê wî. Ji ber vê yekê, ne Erdogan û ne jî Wezîrê Karên Hundir Abdulkadir Aksu alîkariya me nekirin." Înal destnîşan kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an wan serlêdanên nû kirine lê tu encam bi dest nexistine û got: "Me di pêvajoya aştiyê ya berê de jî serlêdan kirin, lê me tu encam bi dest nexist. Hîn jî hêviya me di vê pêvajoyê de heye. Dibe ku tiştek jê derkeve. Em li bendê ne ku ew bê dîtin, mirî be an sax be. 20 sal derbas bûn. Dîsa jî, ji bo me hêvî heye. Saxbûna wî jî ji bo me hêviyek e. Em dixwazin di vê pêvajoyê de tiştek çêbibe."
 
MA / Ahmet Kanbal 

Sernavên din

13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin