Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
- jin
- 14:54 18/11/2022
Platforma Jinan a Dîcle Amedê û pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ji jinên girtî re kart şandin û bi vê yekê starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê dan.
Platforma Jinan a Dîcle Amedê û pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ji jinên girtî re kart şandin û bi vê yekê starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê dan.
Malbata Meryem Sevîm ku berî 6 rojan hatibû qetilkirin bertek nîşanî negirtina kujer Mûsa Sevîm da û da zanîn ku ewlehiya canê wan tune ye. Parêzera malbatê Asya Cemre Işik da zanîn ku kujer sîxûreke ku ji hêla emnîyetê ve tê bikaranîn.
Aktivîsta feminîst Nesrîn Afzaliyê ku got li Îranê "şerpa tabûyek e bû" destnîşan kir ku êdî ev tabû hatiye şikandin. Afzaliyê bal kişand ser cudabûna çalakiyên jinên îranî û wiha got: "Jin, berî ku şerpayên xwe bişewitînin ewilî dans kirin. Her du jî li gorî îslamê heram in."
Platforma Jinan a Şahmaranê qert ji girtiyên nexweş û jinên KESK'î yên girtî re şandin girtîgehan.
Baroya Enqereyê biryar da ku mehê rojekê destûra reglê bide xebatkarên xwe yên jin.
Meclisa Jinan a DBP’a Wanê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” damezrandina xwe ragihand û banga rêxistinkirinê kir.
Ji Jin Bi Hev Re Bihêz in a Tirkiyeyê Îrem Gerkûş tev li Konferansa Navneteweyî ya Jinan bû. Gerkuş anî ziman ku jinan di konfransê de soza têkoşîna li dijî mêtingeriyê, netewperstiyê û talankirina kedê dan û diyar kirin ku ji bo qada berxwedanê ava bikin û piştevaniyê mayînde bikin jî dê têbikoşin.
Meclisa Jinan a KESK’ê bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê eşkere kir û peyama dê li dijî êrişên ser jinan li qadan bin da.
Dadgeha daxwaza reda dadgerî ya Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û parêzerên wê red kir. Gokkan got: “Dadgeh veguherîne pergala nêçîr û nêçîrvaniyê. Parastina min a li vir 'jin jiyan azadî' ye ku li cîhanê hemû belav bûye.”
Parêzer Canan Arin, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê tundiya li ser jinan weke amûra zextê bikartîne û wiha got: “Jin bihêz in û muxalefetê herî baş dikin. Lewma ziravê wan ji me diqete. Lê dê bi me nekarin.”
Jinan anî ziman ku mirov nikare berxwedana li Îranê derî tespîta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gotibû "Sedsala 21'ê dê bibe sedsala jinê" binirxîne û gotin ku berxwedan dê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can bibe.
Jinên ku li dijî astengiya polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn, çalakiya xwe bi dawî kirin.
Li navçeya Silopiyayê jinên ku xwestin bi zincîra binevşî balê bikşînin ser jinên ku hatine qetilkirin, hatin astengkirin. Jinan bi meş û çalakiya rûniştinê ev astengkirine şermezar kirin. Di çalakiyê de jinan dan zanîn ku dê bi berxwedana xwe van astengiyan ji holê rakin.
Jinên ku li Êlihê têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan, bi lêv kirin ku wê qêrîna xwe ya azadiyê bidomînin.
TJA’yê li Rihayê dest bi xebatên 25’ê Mijdarê kir û banga mezinkirina têkoşîna li hemû jinan kir. Aktîvîstên TJA’yê diyar kirin ku kesek nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire.