Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
- jin
- 13:18 22/9/2022
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya kampanyaya “Çareserî em in” de li Antalyayê bi jinan re civiya û got: “Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin.”
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya kampanyaya “Çareserî em in” de li Antalyayê bi jinan re civiya û got: “Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin.”
Aktîvîst Raşîn ku bi awayekî çalak tev li protestoyên Kirmaşanê bûye got ku dijminên jinên ên herî mezin, hikûmetên îslamîst in û ev tişt anî ziman: “Ev hikûmet li şûna ku azadiya jinan nas bikin, kuştina jinan tercîh dikin.”
Endamên Jin Bi hev re Hêz in li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar kirin û bi lêv kirin ku berxwedana Amînî têkoşîna jinan e.
HDP wê sibê li her cihê ku lê birêxistinkirî, bi armanca piştgiriya ji bo protestoyên ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî dest pê kir, dakeve kolanan. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wiha got: “Em ê bi hev re biqîrin ku wê azadiya jinê azadiya civakê pêk bîne.”
Jinên Îranî yên ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve li Îranê hat qetilkirin li Stenbol û Îzmîrê hatin ba hev û peyama “Em radest nabin“ dan. Polîsan 20 jinên li Stenbolê çalakî kirin binçavkirin.
Parlamenterên HDP’ê li Aydinê bi jinan re hatin cem hev û banga rêxistinbûna li dijî her cure zext û tundiyan kir.
Derket holê ku Yasemîn Demîr a beriya 2 salan li Bismilê hatibû windakirin, ji aliyê hevjînê wê û xizmên wê ve hatiye qetilkirin.
691 parêzerên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo demildest bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin, ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re name şandin.
Xwendekara zanîngehê Feray Şahîn ku li Mêrsînê ji hêla polîsê tîmên taybet Fatîh Burak Aykul ve hatibû qetilkirin. Di 5’emîn salvegera qetilkirinê de Şahîn li Mêrsînê hat bibîranîn.
Li Kirşehîrê Mûstafa Taniş jina bi navê Hatîce Taniş qetil kir; li Kocaeliyê zilamê bi navê L.U. îşkence li hevjîna xwe Esra U. kir.
Gelê rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya greva giştî ya ji bo Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin, derabeyên dikanên xwe venekirin.
Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed têkildarî Qonaxa Duyemîn a Pêngava Însanî û Ewlekariyê ya li Kampa Holê axivî û da zanîn ku tevî êrişên Tirkiyeyê jî pêngava wan gihiştiye armanca xwe. Mihemed, wiha got: “Me ji bo ewlekariya kampê, parastina mirovahiyê û li dijî DAIŞ’ê berpirsyariyên xwe pêk anîn.”
Malbata Feray Şahîn ku ji hêla polîsê tîmên taybet Fatîh Burak Aykul ve hatibû qetilkirin, ev 5 sal in li benda edaletê ye. Dayik Aysel Şahîn diyar kir ku tevî delîlan jî dadgehê gotinên faîl esas girt û berda. Şahîn, wiha got: “Kî dikare teqez bike ku kujerekê malbatek tune kirî dê sibe dusibe jineke din nekuje? Cihê vî kujerî ne kolan lê girtîgeh e.”
Tûra Duçerxê ya ku ji aliyê Jinên Xemilandî ve li Silopiyayê hatibû plankirin, ji aliyê polîsan ve bi hinceta “ewlehiyê” hat betalkirin.
Fatma Kurtulan a HDP’î di panela bi ser navê “Jin û Nîqaşên Aştiyê” ya HDK’ê de axivî û wiha got: “Têkoşîna jinan, têkoşîneke li dijî zîhniyeta serdest a mêr e. Armanca me avakirina civakeke wekhev e.” Endama Koordînasyona Jinan a HDK’ê Aynûr Cengîz jî got ku ew êdî aştiyeke mayînde ku jin tê de kirde dixwaze.