Jin wê daxwazên xwe veguhêzin qadên 1’ê Îlonê
- jin
- 13:55 28/8/2022
Jinên ku di çalakiya Meclîsa Jinan a HDP’a Kartalê de hatin gelhev, bi lêv kirin ku dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li qadan daxwazên biqîr in.
Jinên ku di çalakiya Meclîsa Jinan a HDP’a Kartalê de hatin gelhev, bi lêv kirin ku dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li qadan daxwazên biqîr in.
Sevda Çaglar a ku bi sê zarokên xwe re dijî di xaniyekî bêceyran de dijî. Çaglar a ku bi stendina alîkariyê jiyana xwe didomîne, xwarina xwe jî li ser kuçikî çêdike.
Xwişkên Leyla Karaaslan a ku ji aliyê hevjînê xwe ve li gel 3 zarokên xwe hatibû qetilkirin, diyar kirin ku xwişka wan bi salan bû ku bi îşkenceyê re rûbirû dima û gotin: "Kujer xwişka me dibir serşokê îşkenceya tazî lê dikir û heta ji ser hişê xwe diçû. Ev kes ne dîn e. Divê jin bêdeng nemînin."
Li Hezexê jin, li dijî qetilkirina jinan meşiyan. Di meşê de jinan bal kişand ser tahdeya li ser jinê û şerê li hemberî gelê kurd û gotin: "Em jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Muzeyyen Baran ku li terzîxaneya xwe cil û bergên kurdî didirû diyar kir ku wê bi deyn terzîxaneya xwe vekiriye û bi dû re karê xwe mezintir kiriye û got: "Bila jin li ber xwe bidin."
Li navçeya Hezexê Hasan Karaaslan, Leyla Karaaslan û 3 zarokên wê qetil kirin. Cîranên Karaaslanê diyar kir ku bi salan bû tundî li Leylayê dihate kirin û gotin: "Herkesê dizanî, lê kesê tiştek nekir."
Kekê Ahmet Babat ê Fîrdevs qetil kir, cerdevan Ramazan Babat ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya biwesf a zarok’ hate girtin.
Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat a 17 salî ku li Qilebanê hate qetilkirin, piştî hatiye tecawizkirin bi çeka cerdevanan hatiye kuştin. Dema jina ciwan di çem de hate dîtin tazî bû, ev yek jî gumana tecawizê xurt dike.
Arzû Atalay a tevî ku du zanîngeh qedandine jî nehatiye tayînkirin, bi atolyeya li mala xwe avakirî, mijarên jin, xweza û aştiyê li dîwaran dixemilîne û debara xwe dike.
Jinên siyasetmedar destnîşan kirin ku neberdana Aysel Tûglûk “sûcê mirovahiyê” ye û ev bang kirin: “Em qêrîna Aysel Tûglûkê ne û em bangê li hemû jinan dikin ku bi peywira dîrokî xwe tev li vê qêrînê bikin.
Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Yuksel Mûtlû diyar kir ku jin dikarin li dijî êrîşan bên cem hev û li ser xeta têkoşîna hevpar rêya xwe bidomînin û got: "Ji bo vê hezar sedemên me hene."
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Hezexê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Em dixwazin ku xeberekê ji Îmraliyê bistînin."
Îlyas Danyelî yê parêzerê 7 jinên endamên HDP’ê ku li Aydinê doz li wan hat vekirin diyar kir ku polîsan dosyeyek cezakirinê amade kiriye û şandiye dadgehê û li holê ne sûc heye, ne delîl û ne jî sûcdar heye.
Di Midûriyeta Paqijiya Şaredariya Silopiyayê de beriya niha jinên ku tenê di hûndir de dihatin xebitandin niha di kolan û taxan de hatine peywîrdarkirin û paqijiya hawirdorê dikin.
Ji Komeleya Mafên Mirovan a Jinan Zelal Ayman diyar kir ku "pergala hevserokatiyê" ya ku jinên kurd wekî xeta xwe ya sor dihesibînin, êdî ne utopya ye û got: "Êdî dewlet nikare pêşî li têkoşîna kurdan bigire û jin jî dibêjin 'em jî di nava vê têkoşînê de ne.'"