Erdag a li dijî tacîza zayendî xwe parastibû hate berdan
- jin
- 10:29 06/7/2022
Azra Erdag ku Bîrdal Dogan ê ku 3 salan li navçeya Zarûşadê ew tacîz dikir, bi parastina cewherî kuştibû, di danişîna ewil a dozê ku girtî dihat darizandin de hate berdan.
Azra Erdag ku Bîrdal Dogan ê ku 3 salan li navçeya Zarûşadê ew tacîz dikir, bi parastina cewherî kuştibû, di danişîna ewil a dozê ku girtî dihat darizandin de hate berdan.
Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ku ji bo kongreya HDP'ê hatibûn vexwendin li Navenda Giştî ya HDP'ê bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev.
Jinên di yekemîn salvegera fesixkirina Peymana Stenbolê de li Enqereyê daketin kolanan gotin: "Biryar çi dibe bila bibe em ê dest ji mafên xwe, jiyana xwe û Peymana Stenbolê bernedin."
Di encama tundiya mêran de li Stenbolê jinek hat qetilkirin, li Antalyayê jî jinek hat birîndarkirin.
Hejmara 41’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta “Weke berhemeke polîtîk mekan û jin” hate weşandin.
Ji ber Mencî Orman a 67 salî di pîrozbahiyên Newrozê de kefiya kesk, sor û zer hejandibû, bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” 10 meh cezayê hefsê lê hate birîn.
Serdozgeriya Komarê ya Muglayê daxistina cezayê kujerê Pinar Gultekîn ê bi navê Cemal Metîn Avci ya bi îdiaya “tehrîka nerewa” bir Dadgeha Îstînafê.
Li navçeya Bayindirê zilamê bi navê E.M., jina bi navê N.M. ku pê re di asta dest ji hev berdanê de bû, bi giranî birîndar kir.
TJA'yê li Silopiya ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinan û şerê li Herêma Kurdistana Federe meşek li dar xist. Di meşê de hat destnîşankirin ku wê jin di her şert û mercî de bedena xwe, nasnameya xwe û çanda xwe biparêzin.
Di doza Pinar Gultekîn de hinceta biryara "daxistina tehrîka nerewa" ya kujer Cemal Metîn Avci aşkera bû. Di biryarê de hat angaştkirin ku şewitandina cesedê Pinar a ji aliyê Avci ve ne "sûcê eziyetê" çalakiya "ji holê rakirina cesed" e.
Jina bi navê H.G. li Mûşê ji hêla hevjînê xwe K.G. ve hate qetilkirin.
Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş ku beriya demekê hat girtin, di peyama ku şand de ev tişt got: "Bila bê zanîn ku wê hêza tu zext û zilm têra şikandina pênûsa jinê neke. Em rojnameger in û karê xwe yê rojnamegeriyê bikin."
Li Stenbolê, jinan diyar kir ku daraz di dozên qetilkirina jinan û tahdeyê de kiryaran wêrek dike û gotin: "Dê têkoşîna me ya ji bo azadî û mafê jiyanê bidome."
Di doza têkildarî fesixkirina Peymana Stenbolê de meqama îdiayê di mutalaaya xwe de xwest fesx bê betalkirin. Heyeta dadgehê dê biryara xwe beriya betlaneya edlî bi awayekî nivîskî eşkere bike.
Di Doza Peymana Stenbolê de Parêzer Nûriye Yilmaz, ev tişt got: "Ne tenê parêzer, jineke mexdûra tundiyê me. Heke Peymana Stenbolê hebûna belim tundî li min nehata kirin."