Jinên ji ber pêşandana dansê hatin binçavkirin: Li dijî her kuştinekê em ê dengê xwe bilind bikin
- jin
- 11:48 10/12/2019
Jinên li dijî tundiya li Şiliyê li Kadikoy a Stenbolê dansa LasTesis kirin û hatin binçavkirin bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Ev dans li her derê tê kirin, lê li Tirkiye qedexe ye. Em dê ji bo her jinek hat kuştin bêtir dengê xwe bilind bikin."
