Piştî 4 mehan ceyran gihişt Kobanê û gundên wê

  • rojane
  • 13:07 13 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Enerjiyê ya Kantona Firatê piştî xebatên 4 mehan ceyran gihand Kobanê û hinek gundên wê. 
 
Pêdiviya ceyranê ya Kantona Firatê piranî ji Bendava Tişrînê tê pêşwazîkirin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk ên ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha yên li dijî bendavê, xetên ceyranê ji xizmetê derketin. Bi vê yekê re di serî de Kobanê, piraniya herêmê bê ceyran û bê av ma. Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê jî tevî hemû êriş û astengiyan jî hewl da ku pêdiviya ceyran û avê pêşwazî bike. Di encama xebata 4 mehan de careke din ceyran gihişt Kobanê û hinek gundên wê. 
 
Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê Welîd Ciman têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî. Ciman, bi bîr xist ku dewleta Tirk di êrişan de Bendava Tişrînê,  binesaziya herêmê, stasyonên avê yên Sirrîn û Kobanê hedef girtibû. Ciman, da zanîn ku di êrişan de ceyrana 360 gundên Kobanê û 300 gundên Sirrînê hatibûn qutkirin. 
 
Welîd Ciman, anî ziman ku ekîbên wan ji bo çêkirina xeta ceyranê ketibûn nava hewldanan lê her carê ji ber êrişan xebat nedigihişt encamê. Ciman, got ku berxwedana gelan a li Bendava Tişrînê tevkariyek gelek mezin daye wan ku xetên ceyranê sererast bikin û wiha got: “Piştî xebatên 4 mehan, me ceyran gihand bajarê Kobanê û hin gundên wê. Em hewl didin xetên din jî sererast bikin û ceyranê bigihînin hemû gundên Kobanê û Sirrînê. Ceyrana niha tê dayin demkî ye û ji bo pergala ceyranê ya domdar, dem pêwîst e.”