Bernameya bîranînê ya ji bo Kaytan û Altûn diyar bû

  • rojane
  • 09:31 14 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li dehan bajar û navçeyan bîranîn bên lidarxistin. 

 
Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li dehan bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bîranîn bên lidarxistin. PKK’ê, di danezana 12’emîn Kongreya Awarte de ragihandibû ku ji kadroyên wan ên pêşeng Alî Haydar Kaytan di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest daye. 
 
DÊRSIM Û AMED   
 
Ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê di 17’ê Gulanê de li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê û di 18’ê Gulanê de jî li Qada Şêx Seîd a Amedê merasîmên bîranînê bên lidarxistin. Her wiha dê li navçeyên Stenbolê jî çalakiyên bîranînê ku dê 4 rojan bidomin bên lidarxistin. 
 
Li gelek bajar û navçeyên herêmên Ege, Marmara, Serhed û Amedê jî dê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. 
 
Dîrokên çalakiyên bîranînê wiha ne: 
 
14’ê Gulanê: Îzmîr, Mûgla/Mîlas, Denîzlî, Manîsa, Riha, Colemêrg, Bedlîs, Qers, Agirî, Erzirom, Balikesîr û Bursa 
 
15’ê Gulanê: Antalya, Mûgla, Bodrum, Dîlok, Semsûr, Meletî, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Sêrt, Çewlik, Xarpêt, Îdir û Mûş 
 
16’ê Gulanê: Wan
 
17’ê Gulanê: Tekîrdag 
 
18’ê Gulanê: Çanakkale, Eîrne û Sakarya