ROJEVA 22'YÊ GULANA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 22 Gulan 2025
  • |
img
* Li 31 deverên li Herêma Bestayê ku di bin navê “ewlehiyê” de hatine qedexekirin, cerdevan bênavber daran dibirin. 
 
* Emîne Çagirga ku di şerê li bakurê Kurdistanê de 2 zarokên wê hatine qetilkirin, got: “Hêviya me ji pêvajoyê heye lê belê bi ser bangê re du meh derbas bûn. PKK’ê çek danîn lê dewletê hêj tu gavên şênber neavêtiye.” 
 
* Welatiyên Amedê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û gotin: “Ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje. Bang li Ocalan dikin ku were Meclisê lê nayê berdan. Divê azad bibe ku pêvajo bikare pêş bikeve." 
 
* Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku girtîgeh veguherîne qadên qutbûna ji jiyanê û got: “Navê pergala ku her roj herî kêm 2 can lê tên tunekirin dê çawa bibe pergala înfazê? Ev bi aşkerayî polîtîkaya tunekirinê ye.” 
 
* Endamên PM’a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de dê li navenda giştî ya partiyê bicivin. (10.00)
 
* Danişîna ewil a doza Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê lidarxistin. (10.30)
 
* Avakirina Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê dê li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bê ragihandin. (13.00)