Li girtiyê destekî wî tune ye 11 roj cezayê hucreyê hate birîn

  • rojane
  • 09:52 20 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Di dema lêgerîna li qawîşan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê de pirtûkên girtiyê nexweş Civan Boltan hatin desteserkirin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 11 roj cezayê hucreyê lê hate birîn.  

 
Girtiyê nexweş Civan Boltan ku destê wî yê rastê tune ye, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê tê ragirtin. Boltan, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku du hefte berê di bin navê lêgerînê de bi ser qawîşa wan de hatiye girtin, pirtûk û nivîsên wan hatine desteserkirin û got: “Têkildarî van pirtûk û nivîsan lêpirsîna disiplînê dan destpêkirin. Piştre jî 11 roj cezayê hucreyê dan. Sepanên keyfî dikin. Em bi ‘propagandaya rêxistinê’ tên sûcdarkirin. Nizanim li girtîgehê propaganda ji bo kê tê kirin.” 
 
'MA JI BER PIRTÛKÊ CEZAYÊ HUCREYÊ ÇAWA TÊ DAYIN?’ 
 
Nazîma Boltan bertek nîşanî cezayê hucreyê yê ji ber pirtûkan li kurê wê hatiye birîn da û got: “Kurê min ji girtiyên nexweş e. Destekî kurê min tune ye û laşê wî tije parçeyên şarapnalê ye. Biryara DMME’yê heye. Tenêhiştina kesekî ya li hucreyê îşkence ye û nikare bi tena serê xwe bijî. Ez dayika wî me û vî cezayê hucreyê qebûl nakim. Ma ji ber pirtûkê cezayê hucreyê çawa tê dayin? Van pirtûkan em jê re dişînin. Û van pirtûkan ew didin wan. Hem heqaretê dikin hem jî cezayê hucreyê didin.” Nazîme Boltan, pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd bi bîr xist û got: “Ev zilm, em heqaret nayê kirin.” 
 
Parêzerê Boltan, Mehdî Ozdemîr jî li dijî cezayê hucreyê îtîraz kir. Di îtîrazê de hate gotin ku cezayê hatiye dayin biryareke neheq û derhiqûqî ye û ji ber ku miwekîlê wî nikare bi tena serê xwe bijî, her wiha binpêkirina qedexeya muameleya xerab e. 
 
'BINPÊKIRINA MUAMELEYA XERAB’ 
 
Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku di encama teqîna madeyên teqemeniyê de destê rastê yê Boltan jê bûye, çavên wî baş nabînin, di enî û lingên wî de parçeyên metalê hene û birînên wî hene. Hat diyarkirin ku li gel van, her wiha gelek nexweşiyên Botan hene û wiha domiya: “Pêvajoyên tedawiyê didomin. Lêbelê milê rastê yê miwekîl ampute bûye û çavê wî yê rastê jî nabîne. Ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê, li girtîgehê bi alîkariya hevalên xwe dijî. Ji ber vê yekê cezayê hucreyê ya 11 rojan, di asta binpêkirina qedexeya miameleya xerab e û em dixwazin îtîraza me were qebûlkirin.” 
 
Di heman demê de cezayê hatiye dayin weke binpêkirina mafê azadiya fikr û raman hate destnîşankirin. Parêzer xwest ku serlêdana wan a sûc were qebûlkirin. 
 
MA / Mujdat Can