Ji ber endamtiya rêxistineke fesixkirî ceza dan siyasetmedar

  • rojane
  • 10:45 20 Hezîran 2025
  • |

RIHA - Bi îdiaya endamtiya PKK'ê ku xwe fesix kiriye, 7 sal cezayê hefsê dan Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî. Demîrbîleklî, wiha bertek nîşan da: "Madem dê aştî çêbibe, wê demê çima hêj ceza didin siyasetmedaran?"

 
Di 10'ê Hezîrana 2025'an de danişîna biryarê ya doza Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nîhat Demîrbîleklî ku ji ber dosyayên di sala 2011 û 2024'an û piştre kiribûn yek dosya, hat lidarxistin. Di danişînê de 7 sal û 2 meh cezayê hefsê hate dayin. Demîrbîleklî, têkildarî cezayê jê re hatiye dayin û pêvajoya heyî axivî. Demîrbîleklî bal kişan ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK'ê û got ku ji ber di siyaseta demokratîk a di kongreya PKK’ê de hatiye destnîşankirin israr kirine lewma ev cezayê nehiqûqî lê hatiye birîn.  
 
Nîhat Demîrbîleklî, anî ziman ku Abdullah Ocalan bangekî dîrokî kiriye û wiha got: "Ev bang ne tenê gelên Tirkiyeyê, hemû gelên Rojhilata Navîn eleqedar dike. Rêzdar Ocalan û PKK’ê berpirsiyariya xwe bi cih anî.”
 
‘DIVÊ DEWLET GAV BIAVÊJE’
 
Demîrbîleklî, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan gavên pêwîst avêtine û divê dewlet jî gav biavêje. Demîrbîleklî, diyar kir ku dewlet li şûna gavan biavêje siyasetmedaran ceza dike û wiha pê de çû: “Gelo gavneavêtine dewletê dîsa ji ber xapandinê ye? Gel vê pirsê dike. Divê dewlet jidil be û gav biavêje. Em ê di aştişyê de bi israr bin. Xebatên ku em dikin hemû ji bo aştî û biratiya gelan e. Em ji bo hiqûq û demokrasiyê têdikoşin. Em ê bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan ve Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn biguherînin. Aştî û azadî di vê fikir û felsefeyê de ne.”
 
‘TENÊ BI GOTINAN AŞTÎ PÊK NAYÊ’ 
 
Demîrbîleklî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Aştî û pêvajoya Civaka Demokratîk di nava gel de hêviyek çêkir. Pakêta 10’mîn a darazê derket û hêviya gel jê hebû. Lêbelê daxwazên gel din ava pakêtê de cih negirt. Niha li ser pakêta 11’mîn diaxivin. Divê Meclis ji bo berdana girtiyên nexweş bixebite. Êdî ji dêleva axaftinê divê gav bên avêtin. Tenê bi gotinê ve aştî pêk nayê. Divê demildest komîsyon bê avakirin û serdana rêzdar Ocalan bikin. Em ji dewletê bi guman bin jî ji rêzdar Ocalan bawer in. Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin û em ê ji bo vê têbikoşin. Divê hemû saziyên civakêi, partiyên siyasî berpirsiyariyê li xwe bigrin. Divê her kes xwedî li banga rêzdar Ocalan derbikeve.”
 
MA / Emrullah Acar